Îlham Ehmed bi Heyeta DEM Partiyê re civiya

Heyeta DEM Partiyê ku ji bo tevlîbûna Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bûbû bi Îlham Ehmedê re civiya.

26.04.2025, Cts - 10:01

Îlham Ehmed bi Heyeta DEM Partiyê re civiya
Nuçe Belav bike

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji bo Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê roja Pencşemê derbasî Qamişloyê bûbû bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê re civiya.

Heyet dê tevlî konferansê bibe

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê ji bo tevlî Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bibe doh çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Heyeta DEM Partiyê doh bi Îlham Ehmed û Endamên Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve civiya.

"Konferans bûyereke dîrokî ye"

Di hevdîtinê de Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li ser navê Heyeta DEM Partiyê axivî û got:

"Konferans bûyereke dîrokî ye. Em dê bi kêfxweşiyeke mezin tevlî konferansê bibin."

Bayindir destnîşan kir ku konferans dê bibe bingeha yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê û got, "Gelê Kurd û Kurdistanê bûyerên diqewimin, gav bi gav dişopînin. Vê rewşê hêviyeke mezin da me."

Îlham Ehmedê jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi navê xizmeta ji gelan re her tiştî bike.

Li aliyê din DBPyê jî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê daxuyanî da û got:

“Hevserokê me yê giştî Keskîn Bayindir û Heyeta DEM Partiyê li Rojava bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmedê re hevdîtin pêk anî.

Beriya Konferansa Neteweyî ya Kurd, heyet dê li Rojava hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bidomîne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 78 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:46:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x