Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê kongreya PKKyê wekî "gaveke dîrokî" bi nav kir.
Îlham Ehmed ji Numedya24ê re axivî û got,"Em amade ne ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê erkên xwe yên li ser milê xwe pêk bînin."
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) Îlham Ehmed nirxandinên xwe yên li ser Kongreya 12emîn a PKKyê anî zimên.
Îlham Ehmedê kongre wekî "gaveke dîrokî" binav kir û tekez kir ku divê hemû pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û siyaseta demokratîk bên çareserkirin.
"Em amade ne berpirsyariyê wergirin"
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi 12emîn Kongreya PKKyê kir û got, “Ev gava dîrokî, ne tenê ji bo Tirkiyeyê; ji bo Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) û tevahiya herêmê dê ji aliyê aramî, aştî û biratiya gelan ve hêzeke girîng be.
Wekî Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê heta niha ew di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog û siyaseta demokratîk esas digirin.
Em amade ne ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê erkên xwe yên li ser milê xwe pêk bînin."
PKKyê doh eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn."
Ocalan banga xwefesixkirinê li PKKyê kiribû
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK zûka kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.
PKKyê her wiha diyar kir ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku saziyeke biryarder a Leşkerî ya hemû komên PKKyê ve ye 2yê Adarê derbarê biryara agirbestê ya ku PKKyê ragihandiye bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” daxuyaniyek belav kir û wê jî eşkere kiribû ku dê pabendî biryara agirbestê bin.