Ji Amerîkayê têkildarî operasyona ser Rojava daxuyaniya herî nû

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg li ser tevgerên leşkerî yên Tirkiyê û egera operasyoneke muhtemel a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir, “Her operasyoneke leşkerî li bakur rojhilatê Sûriyê dê artêşa Amerîkayê bixe xeterê û dê bibe asteng li pêşiya têkoşîna dijî DAIŞê.”

05.09.2022, Pts - 06:28

Ji Amerîkayê têkildarî operasyona ser Rojava daxuyaniya herî nû
Nuçe Belav bike

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg şeva Yekşembê 4ê Îlona 2022 tevli Bultena saet 08:00 pm a Rûdaw TV bû ku ji aliyê Şaho Emîn ve tê pêşkêşkirin û li ser rewşa dawî ya li Iraqê û Sûriyê û geşedanên li navçeyê bersiva pirsên Rûdawê da.

Samuel Warburg daxwaz ji aliyên Iraqî kir ku li ser maseya diyalogê rûnin û amadebûna welatê xwe ji bo pêşkêşkirina her alîkariyeke teknîkî ji bo Iraqê nîşan da.

Warburg got, “Me pêşketineke erênî ya girîng ji bo kampanyaya navdewletî ya têkbirina DAIŞê di van salan de dît,” û spasiya hêzên ewlekarî yên Iraqî û herwiha hevkar û hevalbendên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Derbarê girtiyên DAIŞê li bakur rojhilatê Sûriyê de jî wî rayedarê Amerîkî got, ew mijareke “gelekî girîng” e û tekez kir, Amerîka daxwazê ji hemû welatên din dike ku welatiyên xwe vegerînin welatên xwe.

Samuel Warburg da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakur rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞê “hewldanên mezin” dikin.

Wî got jî ku Amerîka piştgirîya hewldanên HSDê dike, divê welatên din welatiyên xwe vegerînin.

Warburg got, “Li gor wan zanyariyên ku me ji berpirsên Amerîkî bihîstine û di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî û nûnerê Amerîkayê de, pêwîste her welatekî ku ji vê pirsê bandor bûye, di gihandina alîkariyên mirovî bo hemû xelkê wê navçeyê de hevkariyê bike.”

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê banga xwe ji Rûsyayê dubare kir û ji Rûsyayê xwest, “astengiyên ku li Neteweyên Yekbûyî derdixe li ser dirêjkirina gihandina alîkariyan bi rêya deriyên sînorî rawestîne.”

Derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê, Samuel Warburg tekez kir, Amerîka daxwazê ji hemû aliyan dike ku aloziyê kêm bikin û xwe ji çalakiyên leşkerî yên ku dibe sedema aloztirkirina rewşa Sûriyê dûr bixin, ji ber ku her karekî serbazî li wê herêmê dê bibe sedema kêmbûna şiyanên Amerîka û hevalbendên wê ji bo têkbirina DAIŞê ku kampanyayeke girîng didin meşandin.

Warburg di berdewamiya axaftinên xwe de got jî ku destpêkirina her operasyoneke serbazî li bakur-rojhilatê Sûriyê dê “artêşa Amerîkayê bixe metirsiyê”, lewra Amerîka banga kêmkirina rageşiyê ji hemû aliyan li wê herêmê dike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x