'Ji ber ku Em Kurd in em tên kuştin'

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê erebekî hawirde zarokekî Kurd kuştibû avêtibû bîrê.

15.03.2024, Cum - 06:21

'Ji ber ku Em Kurd in em tên kuştin'
Nuçe Belav bike

Bavê wî axifî û got, “Kurê min bêyî sedem hatiye kuştin.”

Erebekî hawirde li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalidê 16 salî kuştibû û paşê jî cenazeyê wî avêtibû bîrê.

Bavê Ehmed Xalid, Xalid Medê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa kujer û kuştina kurê xwe kir.

"Bi awayekî hovane kuşt"

Xalid Medê got:

“Ehmed bêyî sedem hat kuştin. Ehmedê hatiye kuştin zarok e, zarok e.

Ew bi awayekî hovane hat kuştin.

Eger mirovatî hebe, hikûmet hebe, Ehmed nayê kuştin.”

“Her kesekî Kurd dikujin”

Xalid Medê herwiha amaje bi wê yekê kir Erebên hawirde Kurdan dike armanc û got:

“Her kesekî Kurd dikujin. Dema niyên cezakirin, dubare dikin, îro bi serê min de hat sibe dê bi serê Kurdekî din de were.

Em ji we dixwazin hûn dengê me bigihînin hikûmeta Tirkiyeyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Sûriyeyê, hikûmeta xwecihî ya li vir û Îtîlafê.”

Xalid Medê xwest ku kujer bi darvekirinê bê cezakirin da ku kiryarên xwe li dijî hin kesên din dubare neke û bi taybet li dijî welatiyên Kurd.

“Parçe parçe dike û piştre jî davêje bîrê”

Derbarê kujer û bûyerê de jî Xalid Medê ev zanyarî dan:

“(Kujer) li vir rûniştiye, ji gundewarê Îdlibê ye.

Ya em dizanin bi tena xwe bû. Kurê min li bazarê dîtiye û jê xwestiye ku bigihîne malê.

Dema gihîştine malê jê re gotiye raweste, alavekî motorê heye ez dê bifiroşim te.

Dema ku derbasî hundir bûye da ku temaşe bike, jê re dibêje ew alav li mala birayê wî ye û mala birayê wî li aliyekî ye.

Ti kes tê de tune ye û dema diçin wir û derbasî hundir dibe bi kêran li wî dikeve û dikuje û parçe parçe dike û piştre jî davêje bîrê.”

Xalid Medê da zanîn ku kujer li gel wan li firinê kar dikir û wiha domand:

“Ev çi mirovatî ye! Ev çi wijdan e, ma wijdan nemaye!

Gelo zarokekî wiha bi vê hovîtiyê tê kuştin.

Temenê zarok 16 sal in, nû ketiye 16 saliya xwe.

Kujer temenê wî bêtirî 20 salî ye, dibêjin 20 salî ye, lê bêtirî 20 salî ye.

Wî li ba me kar dikir, beriya mehekê kar gelekî sist bû û min ew ji kar rawestand.

Wî her car kar berdida û dîsa vedigeriya û ev ne cara yekem e kar berdide.

Ti dijmaniyeke me tune bû, hertim diçû û dihat, ti carî li xwe diyar nedikir, ti dijmaniya wî bi me re tune bû.

Eger dijmanî hebûya kurê min bi wî re nediçû.”

Bi gotina Xalid Medê kujer di îfadeya xwe de gotiye ku Bavê Ehmed beriya mehekê ew riswa kiriye û ji kar derxistiye.

"Nabe xwîna vî zarokî li erdê bimîne"

Xalid Medê da zanîn ku ew dê giliyê bikin û got:

“Em dê giliyê wî dadgehê bikin û mafê xwe bixwazin. Nabe xwîna vî zarokî li erdê bimîne.

Banga me, em dixwazin ew kes werin darizandin.

Em dixwazin cezaya bidarvekirinê bidin wan, da ku careke din sûcên wiha rû nedin.

Em bangî hikûmetên ku me behsê kiriye dikim, Tirkiye, Îtîlaf, hikûmeta demkî û ew hemû dengê min dibihîsin.

Em dixwazin yên sûcdar werin bidarvekirin, da ku careke din li dijî hin kesên din dubare nekin.”

Xalid Medê herwiha bi bîr xist ku par jî Erebên hawirde li Cindirêsê êrişî malbata Pêşmergê kiribû û 4 kes hatibûn şehîdkirin û got:

“Eger neyên darizandin, îro li serê min e, sibe li serê cîranê min e.

Sala borî jî avêtin ser mala Pêşmergê.

Îsal bi serê me de hatin, sala bê em nizanin dê bi serê kê de biçin.”

“Ji ber ku Em Kurd in em tên kuştin”

Dayîka Ehmed şîna kurê xwe gerand û got ji ber ku ew Kurd in têne kuştin.

Dayîka Ehmed diyar kir ku ku dadgeha li Efrînê derew e û got:

“Ez mafê xwe dixwazim. Berê cenazeyê xwe rakim dixwazim cenazeyê wan jî li erdê bibînim.

Çawa lawê min kuşt bila yê wan jî bê kuştin. Xwîna kurê min çawa erzan be bila ya wan jî wisa erzan be.

Ma me çi kiriye? Ji ber ku em Kurmanc in.”

“Dadgehê wan derew in”

Dayîka Ehmed amaje bi wê yekê kir ku baweriya wê bi dadgehên mixalefeta Sûriyeyê nayê û got:

“Ez naçim mehkemeyên wan. Hemû derew in. Hem kujer in, hem jî hakim in.

Hûn bixwe dikujin û hûn bixwe mehkeme dikin.”

“Rabin li me xwedî derbikivin”

Dayîka Ehmed herwiha banga Kurda kir û got:

“Îro kurê min hate kuştin û xwîna wî hîn jî germ e bila xwîna wan jî birije.

Kî dengê min dibihîse bila rabe, sibe dora kesên din e, dora Kurmancên din e.

Em bêkes in, kes li me xwedî dernakeve. Îro li kurê min xwedê derbikevin an sibe dor tê bê we jî.

Em li mala Pêşmergê xwedî dernketin, kurê min jî li pey wan çû.”

ENKSyê şermezar kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bi daxuyaniyekê kuştina Ehmed Xalid Medê şermezar kir.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de got:

“Bi nêzîkbûna salvegera yekem a komkujiya şeva Newrozê re li Cindirêsê, tawaneke din li dijî gelê Kurd zêde dibe.”

ENKS ji Îtîlafê, civaka navdewletî û Tirkiyeyê xwest ku ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê bi rola xwe rabin.

Welîd Metê apê Ehmed ji Rûdawê re axivî û got, “Biraziyê min bi kêran hat kuştin, li ser laşê wî şopên kêran hebûn û termê wî avêtiye bîreke avê.

Bikuj Ereb e û navê wî Yamîn Ehmed Îbrahîm e, ji Îdlibê ye û piştî dagirkirina Efrînê hatiye herêmê.”

Çi bûbû?

Erebê hawirde piştî ku ew zarokê Kurd bi kêrê kuştibû, termê wî avêtibû nav bîrekê li ser rêya gundê Tilsirorê.

Di dema fitarê de, term ji aliyê tîmên parastina sivîl û welatiyan ve hatibû derxistin.

Li gorî tomareke dengî ku gihiştiye destê Rûdawê û efserekî polîsên sebazî li Efrînê tê de li ser bûyerê diaxive.

Piştî ku kujer tawana xwe kiriye, vegeriyaye malê û cil û bergên xwe guhertine û ji birayê xwe re tawan eşkere kiriye.

Birayê wî polîsên serbazî agahdar kiriye.

Dema gihiştina termê wî gihîşt nav bajarê Cindirêsê, hinek xelkê bajêr kom bûn û nerazîbûna xwe derbirîn ev tawan protesto kirine.

Lê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gule li xelkê reşand.

Ev ne cara yekemîn e ku bûyereke wiha rû dide.

Newroza sala borî jî komkujiyek çêbûbû.

Erebên hawirde ji malbatekê li Cindirêsê ji ber ku agirê Newrozê pê xistibû 4 kes şehîd kiribûn.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x