Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Aram Hena di hevpeyvîneke taybet de pirsên Dengê Amerîka yên ser rewşa herî dawî ya li heremê, bersîvand.
Di rojên dawî de li seren serê Sûrîyê û bi taybet jî li herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê çalakîyên leşkerî zêde bûne.
Ji alîyekî de tê ragihandin ku hêzên Rûsî dest bi vekişîna ji hin heremên Sûrîyê kirine, ii alîyekî din ve Tirkîye gefa destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî ser bakurê Sûriyê dixwe û Amerîka dibêje ku divê Tirkîye rêzê li peymana agirbesta di Cotmeha 2019'ân bigire.
Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Aram Hena di hevpeyvîneke taybet de pirsên Dengê Amerîka yên ser rewşa herî dawî ya li heremê, bersîvand.
HSD bo pêşîgirtina êrîşênTirkîyê daxwaza mekanîzmeyeke dike
Aram Hena ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku binpêkirinên artîşa Tirkîyê li heremê didom in û sivîl dibin qurbanî.
"Ji destpêka Nîsana borî ve, binpêkirinên artêşa dagirker ya Tirk li seranserî enîyên şer û gundên sivîl berdewam in, ev yek jî bandore yekser li jiyana sivîlan dike; ji gundewarê Eynîsa heta Minbicê sivîl dibin qûrbanîyên binpêkirinan. Em dikarin gefên vê dawîyê jî di çarçoveya berdewamîya binpêkirinan li heremê, binirxînin," Hena got.
Hena ragihand ku hêzên wan (HSD) çavdêrîya rewşa li heremê dikin û bi hêzên navneteweyî re têkilîyên xwe didomînin.
" Niha hêz û tîmên me yên çavdêrîya rewşa li ser erdê dişopînin û raporan radestî me dikin. Em jî van raporan bi hêzên navneteweyî re parve dikin, da ku ew di çarçoveya rewşa herêmê û pêşhateyên dawî de agahdar bin û her wiha mekanîzmeke hevbeş were dîtin ku rê li ber operasyonên leşkerî li heremê were girtin, " Hana got.
Helwestên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) erênî ne
Hena ser pirsa helwestên navneteweyî hemberî gefên Tirkîyê de, ragihand ku ew pêşwazîya daxuyanîyên wezareta derve ya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin. Lê, wî xwest ku ew daxuyanî divê li ser erdê wek kiryar xwe nîşan bidin da ku rê li ber operasyonên Tirkîyê bigirin.
"Me helwesteke erênî ya navneteweyî dît, me daxuyanîyên wezareta derve ya Amerîka û NY şopandin. Em pêşwazîya van daxuyanîyan dikin. Lê, divê ev daxuyanî bibin kiryar. Gelek caran em rastî van gef û rewşan hatin û helwesta navdewletî neyînî bû û rê li ber dagîrkirina deverê nahat girtin. Lewma pêwîst e ku ev daxuyanîyên civaka navneteweyî di warê pratîk de bibn kiryar û aramîya heremê ji êrîşan biparêzin," Hena got.
Tirkîye jiber rakirina Toleyên Qeyserê ser herêmên HSD'ê aciz e
Hena di hevpeyvînê de bal kişand ser rakirina toleyên Qeyser yên ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê û got ku ev yek li gel Tirkîyê acizbûn çêkiriye, lewma gef û êrîşên xwe zêde kiriye.
"Di dema dawî de me karîbû ku herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê ji qanûna Qeyser derx Qeysernin, rizgar bikin, dibe ku ev gav dewleta Tirk metirsîdar kiribe. Jiber wê jî dest bi gefên wiha kiriye ku aramîya herêmê têk bibe û piştgirîyê bide çalakiyên terorîstî yên ku ji herêmên dagirkirî bi awayekî rasterast sûdê werdigirin; da ku planên armanckirina bajar û herêmên ku em diparêzin, bicîh bike," Hana got.
Amerîka di oprasyonên dijî DAIŞ'ê yên li Raqa û Kobanî beşdare
Berdivik Hena di derbarê şerê dijî şaneyên DAIŞ'ê li bajarên Raqa û Tebqa eşkere kir ku hevkarîya HSDê bi hêzên hevpeymanîya navneteweyî re berdewam dike û ew bi hev operasyênên ewlehîyê pêk tînin.
"Hêzên me bi awayekî rasterast dijî terorê şer dikin û berpirsyar in. Em şopandin û şerê xwe yê ser şaneyên razayî yên li heremên ku em tê de ne,didomînin. Me li Raqayê di dema dawî de gelek operasyonên hevbeş bi piştgiriya Hevpeymanîya Navnevneteweyî pêk anîn. Me bajarê Raqa di şeş mehên dawî de, ji metirsiyeke mezin dûr xist, bi girtina otombîleke bombebarkirî. Tenê di her du rojên borî de, li esmanê Raqa û Tebqa bo şopandina tevgera şaneyên DAIŞ'ê û şopandina rewşa ser erdê, dronên dostan difiryan, da ku hem navçeyê biparêzin û hem jî nehêlin tevgerên leşkerî bandorê li hewlên me yên dijî terorê bike; ji ber ku destêwerdanên leşkerî li heremê dikevin warê xizmet û piştgirî ya terorîstan li heremê," Hena got.
Hêzên Rûsî ji bakûr û rojhilata Sûrîyê venekişîne
Hena ser nûçeyên vekişîna hêzên Rûsî ji heremê ragihand ku hêzên Rûsî hebûna xwe didomînin û ew erkên xwe bi awayekî yasayî dikin.
Wî hevdem da zanîn ku di hebûna hêzên navneteweyî Ii bakûr û rojhilata Sûrîyê, ti guhertineke çêne bûye.
"Me bi rêya navenda ragihandinê ya HSD'ê piştrast kir ku di cihên belavbûna hêzên navneteweyî yên li herêmên bakurê rojhilata Sûrîyê ti guhertin çênebûye. Ew hêz erkên ku ji wan re hatine spartin bi awayekî asayî pêk tînin. Ew herwiha ser dosyayên hevpar yên di navbera me de jî bi berdewamî bi me re têkildar in. Em jî rapor û zanyarîyên ser erdê bi herdu alîyan re parve dikin, çi bi hêzên Rûsî re, çi bi hêzên hevpeymanîya navneteweyî re be," Hena got.
Di neqşeya kontrolê de guhertin tuneye
Berdevikê HSD'ê Aram Hena di dawîya daxuyanîyên xwe de bal kişand ser girîngîya berdewamîya şerê dijî terorê bi hevkarîya hêzên hevpemanîya navneteweyî.
"Em bi hev re di şerê terorê de hevkarîya xwe berdewam dikin.Em bi hev re oprasyonaên hevbeş pêk tînin; bi operasyonên daketina ji esman û operasyonên hêzên taybet. Herwiha em danûstandinên xwe li gel wan jî didomînin, heya ku ji rewşa ewlekarî û aborî re çareserîyeke were dîtin û rê li ber operasyonên leşkerî li herêmê bê girtin," Hena got.
Êrîşên Tirkîyê yên ser herêmên Kurdên Sûrîyê
Tirkîyê dijî bakurê Sûrîyê ji 2016'an û vir ve sê operasyonên leşkerî pêk anîye: Operasyona Mertalê Feratê" (di navbera bajarên Ezaz û Cerabulusê 2016); Operasyona Çiqlê Zeytûnê (li Efrînê,2018) û Operasyona "Kanîya Aştiyê" (di navbera bajarên Girê Spî û Serêkanî,2019)
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan herî dawî roja Duşemê /23 Gulan,2022) gefa oprasyona çara ya ser herêmên Kurdên Sûrîyê xwar û doh Pênçşemê Cıvata Ewlekarîya Niştîmanî ya Tirkîyê rê da Erdogan ku wê oprasyonê pêk bîne.