Ji bo Efrînê kampanyeke navnetewî

Li dijî egera Tirkiyê operasyonekê bibe bo ser Efrînê ji aliyê çend akademîsyên û rewşenbîrên navnetewî ve kampanyak hate destpêkirin. Di belavako akademîsyênan îmze kirî de hatiye gotin ku “Divê cîhan li hemberî Kurdan biexlaqî be”.

20.01.2018, Cts - 13:17

Ji bo Efrînê kampanyeke navnetewî
Nuçe Belav bike

Di nav de Noam Chomsky û David Harvey çend akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr ên cîhanî ji bo Efrînê kampanyake navnetewî dan destpêkirin. Di belavako îmzeyê de ji bo rawestandina operasyona dibe ku Tirkiyê li dijî Efrînê bike banga navnetewî hate kirin.

Akademîsyên û rewşenbîrên navtewî dibêjin em rê nadin Efrîn bibe Kobaniya duyem. Banga rawestandina operasyona Efrînê li Amerîka û Rûsyayê kirin.

Di belavako navborî de wiha hatiye gotin: “Em pêdagir in rêveberiyên Rûsya, Îran û Amerîkayê garentiyê bidin ku Tirkiyê serweriya sînorên Sûriyê binpê neke û bihêl e ku gelê Efrînê di nav aramiyê de bijî. Bajarê Efrînê ku piraniya xelkê wê Kurd in yek ji bajarê herî aram ê Sûriyê ye. Bajarê Efrînê bi alîkariyeke kêm a navnetewî di heyama 5 salên vê dawiyê de pêşwaziya hejmareke zêde ya koçberan kiriye û nifûsa wê du qet zêde bû. Efrîn niha ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin: Bi piştiriya Tirkiyê komên cîhadî, El Qaide û Tirkiye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Edogan, gefa êrişê li hevkarên Kurd ên Amerîkayê – di şerê li dijî DAIŞê de Amerîkayê hevkarî bi YPGê re kiriye- dixwe. Tevî ku YPG di heyameke dirêj e li herêmên rizgarkirî konseyên rêveberiya demokratîk ava dike û dibêje ti berjewendiyên wan li Tirkiyê nîne, lê dîsa jî Tirkiyê wê weke terorîst bi nav dike.”

Kesên belavok îmze kirine ev in:

Noam Chomsky (MIT)
Michael Walzer (Zanîgeha Princeton)
Charlotte Bunch (Zanîgeha Rutgers)
Todd Gitlin (Zanîgeha Columbia)
David Graeber (Dibistan Aborî yaLondra Ekonomi)
Nadje Al-Ali (Zanîgeha SOAS)
David Harvey (CUNY Gradutate Center)
Michael Hardt (Zanîgeha Duke)
Marina Sitrin (SUNY Binghamton)
Bill Fletcher (Serokê berê yê Forum Trans Afrika)
David L. Phillps (Zanîgeha Columbia)
Joey Lawrance (Hunermedê wêneya, derhêner)
Debbie Bookchin (Rojnamevan û nivîskar)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1037 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:55:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x