Ji Erdogan derbarê operasyona ser Rojava de daxuyaniyek nû

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din behsa operasyoneke nû ya artêşa welatê xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyê kir û got: "Em dê di demeke nêz de vê, bi paqijkirina dawîn herêmên ku rêxistina terorê li Sûriyê kirine hêlîna xwe, zincîrên wê kembera ewlehiyê bikin yek."

08.08.2022, Pts - 13:21

Ji Erdogan derbarê operasyona ser Rojava de daxuyaniyek nû
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro di 13mîn Konferansa Balyozan a li Qesra Çankayayê de, bi balyozên hejmarek welatan re hevdîtin kir û derbarê mijarên rojevê de daxuyanî dan.

Erdogan amaje bi operasyona muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Em dê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin. Biryara me ya avakirina xeteke ewledar a bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê me yê başûr maye. Hêvîdarim ku em zincîrên vê kembera ewlehiyê bi paqijkirina dawîn deverên ku rêxistina terorîst li Sûriyê lê hêlînên xwe hene, di demek nêzîk de bikin yek.

Serokkomarê Tirkiyê di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir, “Tirkiye welatek e ku ne tenê berdêla nebûna koordînasyona organên dewletê, di heman demê de berdêla pêşbazî, şerê desthilatdariyê, nakokiyan û heta pevçûnan jî daye.”

Tirkiye di mehên dawî de gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kirine, û berpirsên Tirkiyê dibêjin ku operasyona nû ya wî welatî li bakurê Sûriyê “di her kêliyê de dikare dest pê bike”.

Lê belê, civaka navneteweyî li hember êrîşek wiha hişyarî daye û piraniya welatan bi taybet Amerîka, Rûsya, Fransa û welatên dinên ewropayê, herwiha Îran ragihandine ku her operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê dê aloziya li Sûriyê zêdetir bike.

Tirkiyê ragihandiye, Til Rifet û Minbic armancên sereke yên operasyona muhtemel a wî welatî ne.

Tirkiye hêzên Kurdî yên YPG û HSD bi wê yekê tohmetbar dike ku herêmên Til Rifet û Minbicê ji bo êrişkirina ser hêzên wê bikar tînin, lê belê ew wê tohmetê red dikin û dibêjin, Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve rojane navçeyên di bin kontrola wan de topbaran dikin.

Enqere îdia dike ku YPG baskê Sûriyê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, û her du rêxistinên wek terorîst bi nav dike. Lê belê Amerîka û welatên rojavayî û bi taybet welatên din ên endamên NATOyê di mijara YPGê de bi Tirkiyê re nakokin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x