Civîna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Taayyîp Erdogan bi dawî bû. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar hat weşandin û tê de dibêje “Serokan bal kişandin ser giringiya parastina yekitiya siyasî û yekîtiya axa Sûriyê, tekezî li ser biryardariya xwe kirin ku bi hevgirtin û hevahengiyê di şerê li dijî hemû rêxistinên terorîst li Sûriyê tevbigerin.”
Civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser rewşa Sûriyê û hûrgiliyên rêkeftina şandina genimê Ukraynayê bo bazarên cîhanê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi dawî bû.
Civîna ku li Sanatoryûma Rûsyayê ji çapemeniyê re girtî hat kirin 4 demjimêr dewam kir.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar hat belav kirin û di daxuyaniyê de Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de hat ragihandin “Serokan bal kişandin ser giringiya parastina yekitiya siyasî û yekîtiya axa Sûriyê, tekezî li ser biryardariya xwe kirin ku bi hevgirtin û hevahengiyê di şerê li dijî hemû rêxistinên terorîst li Sûriyê tevbigerin.”
Naveroka daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
“Her du serokan îradeya hevpar a ji bo pêşdebirina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê, tevî hemû ceribandinên heyî yên herêmî û cîhanî, li ser esasê rêzgirtin û naskirina berjewendiyên dualî û li gorî erkên navneteweyî, dubare kirin.
Di çarçoveya vê lihevkirinê de, lîderan li ser mijarên di rojeva têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê de şêwirînên berfireh kirin; zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de li gorî armancên diyarkirî û li ser bingehek hevseng; di çarçoweya hevdudîtinê de di warê aborî û enerjiyê de hêviyên her du welatan ji hev bi cih anîn; li ser mijarên ku ev demeke dirêj e di rojeva her du welatan de ne, di warên çûnûhatin, bazirganî, çandinî, pîşesazî, darayî, tûrîzm û avahîsaziyê de, li hev kirin ku ji bo xurtkirina hevkariyê gavên berbiçav bavêjin.
Di çarçoveya mijarên herêmî de, lîderan bal kişandin ser girîngiya têkiliyên samîmî, eşkere û baweriyê yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo avakirina îstiqrara herêmî û navneteweyî. Di vê çarçovê de her du serokan tekez kirin ku peywendiyên avaker di navbera her du welatan de rolek di gihandina rêkeftina Stenbolê de li ser veguhestina bi ewle ya dexl û berhemên xwarinê ji benderên Ukraynayê lîstin.
Di daxuyaniyê de peyama Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
Serokan bal kişandin ser girîngiya parastina yekitiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyê û tekezî li ser biryardariya xwe kirin ku di şerê li dijî hemû rêxistinên terorîst li Sûriyê bi hevgirtin û hevahengiyê tevbigerin.”
Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku serokên herdû welatan piştevaniya xwe bo yekrêzî û yekitiya Lîbyayê jî derbirîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin “Serokan li hev kiriye ku civîna Konseya Hevkariya Bilind a Rûsya-Tirkiye li bajarê Stenbolê bê kirin.”