Kremlînê derbarê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Em nîgeraniya Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de fam dikin, lê divê ji kiryarên ku dibe sedema alozbûna rewşê dûr bikevin.
Biryar e îro Înê 5ê Tebaxa 2022an, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Rûsyayê bike û li bajarê Soçî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Rewşa Sûriyê û Ukraynayê du mijarên sereke yên civîna herdu lîderan e.
Li gor medyayên Tirkiyê û Rûsyayê, têkildarî rewşa Sûriyê dê operasyona muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê di civîna Erdogan û Putin de dê bê gotûbêjkirin û Erdogan dê hewl bide, ji bo operasyona nû Putin razî bike.
Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlîn, Dmitry Peskov îro di preskonferansekê de piştrast kir, ku di hevdîtina îro de Putin û Erdogan dê rewşa Sûriyê û operasyona muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê gotûbêj bikin.
Dmitry Peskov di bersiva pirsekê de ku gelo Rûsya ji niyeta Tirkiyê ya ji bo operasyoneke leşkerî li Sûriyê nîgeran e yan na û gelo dê Serokê Rûsyayê di civîna îro de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re li ser vê mijarê biaxive yan na, ji rojnamevanan re got: "Mijara Sûriyê dê îro were gotûbêjkirin, em bihesibînin ku Tirkiye ji ber sedemên ewlehiyê dilgiraniyek wê ya rewa heye, helbet em vê yekê li ber çavan digirin, lê pir girîng e ku rê nedin ti kiryarên ku rewşa Sûriyê bê îstiqrar bike, an yekparçeyiya herêmî û siyasî bixe xeterê."