Kobanê: 3 leşkerên Sûrî di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de hatin kuştin

Firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî baregehên hêzên rêjîma Sûriyê li gundewarê Kobanê kirin

19.09.2022, Pts - 07:07

Kobanê: 3 leşkerên Sûrî di êrîşeke asmanî ya Tirkiyê de hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, duh danê nîvro firokeyên şer a Tirkiyê êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û HSDê li gundê Qeremox (li gundewarê Kobanê) û li rojhilatê Helebê kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Ji ber giraniya hin birîndaran, eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ev yek di demekê de, artêşa Tirkiyê ji serê vê sibê ve gundên Qamişlo, Amûde, Til Temir, Tirbesipî, Kobanê, Girê Sipî û Eyn Îsayê dide ber topan. Li gorî zanyariyan ciwanek li Kobanê birîndar bûye.

Piştî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, HSD û artêşa Sûriyê di destpêka meha Tîrmehê de gihîştibûn hevtêgihîştineke leşkerî û di wê çarçoveyê de jî, hêzên rêjîmê li hin navçeyên HSDê belav bûbûn.

Ji aliyekî din ve, Parêzgariya Rihayê ragihand, îro di encama êrişeke guleyên hawênê de li ser baregeheke leşkerî ya sînorî ya qezaya Pirsûsê (sînorê Rojavayê Kurdistanê), leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û leşkerekî jî birîndar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x