Lavrov: Divê rê bi operasyona Tirkiyê neyê dan

Lavrov di vê preskonferansê de got, operasyoneke leşkerî ya nû ya li Sûriyê nayê qebûlkirin.

23.08.2022, Sal - 14:36

Lavrov: Divê rê bi operasyona Tirkiyê neyê dan
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re li ser egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî û ragihand, “divê rê neyê dayîn ku operasyonên leşkerî yên nû li bakurê Sûriyê dest pê bikin.”

Di çarçoveya serdaneke plankirî de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana Rûsyayê kir û îro Sêşembê 23ê Tebaxa 2022an li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Sergey Lavrov di preskonferanseke hevbeş a ligel Miqdad de behsa rewşa Sûriyê û egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê kir.

Lavrov di vê preskonferansê de got, operasyoneke leşkerî ya nû ya li Sûriyê nayê qebûlkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi amadekariyên Tirkiyê bo operasyoneke leşkerî ya nû li nav axa Sûriyê kir û diyar kir, divê rê neyê dayîn ku operasyonên leşkerî yên nû li bakurê Sûriyê bên destpêkirin.

Lavrov got, “Ya girîng ew e ku rê nedin çalakiyên leşkerî yên nû, li ser esasê prensîbên siyasî yên ku berê di têkiliyên navbera Sûriyê û Tirkiyê de hebûn, bi rêyên dîplomatîk lihevkirinek pêk were.”

Tirkiye di wan mehên dawî de gelek caran tekezî li ser lidarxistina operasyoneke nû ya leşkerî li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dikir, lê belê rasî nerazîbûna Amerîka, Rûsya û Îranê hat.

Di civîna 5ê Tebaxê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotibû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî rewşa Sûriyê, bi rêveberiya Sûriyê û Beşar Esed re biekve têkiliyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:19:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x