Li Efrînê di navbera grûpên çekdar û eşîra Mewalî de şer derket

Li gundewarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û eşîra Mewalî de şer û pevçûn derket, di encamê de sivîl jî nav de kuştî birîndar hene.

29.08.2022, Pts - 06:29

Li Efrînê di navbera grûpên çekdar û eşîra Mewalî de şer derket
Nuçe Belav bike

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Li gundê Kokanê ya ser bi nahiyeya Mabatê ya Efrînê ve, di navbera çekdarên Feyleq Elşam û çekdarên eşîra Mewalî de şer û pevçûn derket. Di şer de çekên mîna doçka û RPG jî hatine bikaranîn.”

Eşîra Miwalî li Efrînê û derdora wê daxwaz ji hemû gencên wê eşîrê kiriye ku çekan helgirin û berê xwe bidin gundê Kokanê ji bo ku rûbirûyî Feyleqa Sêyem û Polîsên leşkerî bibin.

Xelkê ji eşîra Mewalî li bajarê Babê jî ketine amadebaşiyê. Ji bo piştevaniya eşîra Mewalî bikin, karwanekî çekdaran ji desteya Saîrûn û ji desteya Tehrîr Şam ji Idlibê derketin û ber bi Efrînê ve çûne.

Li aliyê din Îbrahîm Şêxo da zanîn ku di encama şer û pevçûnana de, hejmarek kes ku sivîl jî di nav de hatine kuştin û birîndar jî hene.

Herwiha rêyên Efrîn - Reco û Efrîn -Cindirêsê li ber çûn û hatinê hatine girtin û li derdora gundê Kokanê heta derengiya şeva din şer berdewam bû.

Di derbarê sedema derketina şer de hat ragihandin ku, hêzeke çekdar ji Polîsên Leşkerî roja Şemiyê ji bo girtina çend kesan bi tometa ku bazirganiya madeyên hişbir dikin çûbûne gundê Kokanê, di encamê de nakokî derketiye û paşê jî vegeriyaye şer.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x