Li Efrînê erdhej; herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dane

Di encama erdheja sibeha îro de herî kêm 51 kesan li Efrînê jiyana xwe ji dest dane.

06.02.2023, Pts - 08:42

Li Efrînê erdhej; herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Îro erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendê Erdhejê li navçeya Bazarcixa Mereşê ye, lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.

Li gor zanyariyên ku Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) belav kirine, heta niha 42 paşlerze piştî erdheja mezin hatine tomarkirin.

Herwiha erdheja îro li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, zêdetir ji 30 avahî û xanî li bajarê Efrînê hilweşiyane û serê sibehê 51 termên qurbaniyan rakirine nexweşxaneya serbazî ya Efrînê.

Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî herifîne û heta niha bi dehan kes di jêr kavilan de mane û hejmarek kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî ragihandiye, di encama erdhejê de heta niha 237 kesan canên xwe ji dest dane û 639 kesên din jî birîndar bûne.

Li Sûriyê, li bajarên Heleb, Idlib, Tertûs, Laziqiye û Hemayê erdhej çê bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x