Li Efrînê ji ber şer pêleke koçberiyê dest pê kir

Ji gundê Kefir Cennê û kampa derdorê li navçeya Şera ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de, pêleke koçberiyê ber bi bajarokê Şera û bajarê Ezazê dest pê kir.

14.10.2022, Cum - 07:36

Li Efrînê ji ber şer pêleke koçberiyê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 13ê Cotmeha 2022an, ji ber şerê di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê çend top û mûşek li gundê Kefir Cennê ketine û di encamê de pêleke koçberiyê ber bi bajarokê Şera û bajarê Ezazê dest pê kiriye.

Li gor heman çavkaniyan, niha ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de, rêyên navbera bajarokên Cindirêsê, Mabata, Bilbilê, Raco, Şiyê, Efrîn û Ezazê girtî ne, di encamê de çekdaran kelûpelên nav malan ên xelkê sivîl talan kirin.

Li gor agahiyên dawî, şerê di navbera grûpên çekdar de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi giranî berdewam e û hêzên Desteya Tehrîr el-Şam îro Pêncşemê derbasî navenda bajarê Efrînê bûne û bajar kontrol kirine.

Çavkaninên ser bi opozisyona Sûriyê ve jî ragihandine ku çekdarên Feyleqa Sêyem piştî şerekî giran ji navenda bajarê Efrînê vekişiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x