Li bajarokê Şiyê yê ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê projeyeke din a niştecîbûnê ya bi navê `Gundê Qeterî 2` bidawî bûye.
Li gorî çavkaniyeke taybet ku ji bajarokê Şiyê ji Rûdawê re ragihand, ew projeya `Gundê Qeterî 2` beriya salekê destpê kiribû û ji 400 yekeyên niştecîbûnê pêk tê bidawî hatiye.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ew pojeya bi navê `Gundê Qeterî Du`, bi piştgiriya Qeterê ji aliyê komeleya Şam Elxêr hatiye çêkirin.
Ev proje li ser zeviyekî di navbera gundên Qermîtilq û çeqela hatiye avakirin, gundê Qermîtilq li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê dikeve û ew navçe bi xwe jî di bin destê gurpa Emşat ya ser bi Tirkiyê de ye.
Erdogan herî dawî roja roja 3ê Gulana 2022ê bi awayek online beşdarî vekirina projeya çêkirina çend xaniyan li bajarê Idlibê yê Sûriyê bû ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li wir amade bû. Erdogan di axaftina xwe ya bi rêya vîdeokonfaransê de ragihand, ku ew hewil didin bo vegerandina 1 milyon koçberên Sûrî li 13 deveran xaniyan ava bikin.