Li Hesekê 2 pir ji ber lehiyê herifîn û 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê di van rojên borî de rêjeyeke baş a baranê barî, di encamê de li Hesekê 2 pir ji ber lehiyê herifîn û 2 kesan jî canê xwe jidest dan.Hejmarek malbatên nêzîkî çemê Xabûrê jî ji malên xwe derketine.

20.03.2023, Pts - 05:43

Li Hesekê 2 pir ji ber lehiyê herifîn û 2 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li Çemê Xabûr ê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi sedema barana zêde, asta avê bilind bûye û gelek ziyan gihandiye hejmarekê ji malan û du pirên li nav bajar herifîne.

Hejmareke gelek ji xelkê ji malên xwe reviyane û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Serokê Encûmena Bajarê Hesekê Ednan Xeco dibêje: “Ji encama lehiya bihêz ku li parêzgeha Hesekê daye û kêmiya haydarî û agahdariyê, pirek ku bi Hesekê ve girêdayî bû, bi tevayî ruxiya û 2 heta 4 kesan canên xwe jidest dane.”

Tîmên hawarçûnê yên Rêvebeirya Xweser bilez bi hawara xelkê ve çûn û xwarin û kelûpelên pêwîst gihandine destên wan.

Ew welatiyên ku ziyan gihiştiye malên wan jî, têne veguhestin bo cihên parastî.

Ednan Xeco hewiha got: “Em hatin agahdarkirin û Berevaniya Şaristanî hevahengî ligle Encûmena Bajarê Hesekê kir ji bo rizgarkirina 35 malbatan ku ziyana lehiyê gihiştiye wan, ji Çemê Xabûr, da bêne veguhestin bo cihên parastî.”

Xelk dibêjin, ji çêbûna lehiyê nîgeran in, lewma serokayetiya bajar bi amûrên taybet berbestan li ber avê datînin, da ku ji ber rûdana lehiyan ziyan negihêjin xelkê.

Welatî Mehmûd Hesûm jî got: “Bi rastî em gelekî ji egera bilindbûna asta vê avê nîgeran in, ku dibe bigirer ser mal û xaniyên me.”

Barîna wî birrê gelek ji baranê di demekê de ye di du salên salên bûrî de li Hesekê ya Rojavayê Kurdsitanê ji hişkesaliyê, ziyan gihişte gelek ajeldar û cotkaran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x