li Minbicê di navbera QSDê û ASAyê de şer derket

Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike de li gundên rojavayê başûr û rojavayê Minbicê şer derket.

01.03.2017, Çar - 14:51 [ Güncellenme: 01.03.2017, Çar - 15:06 ]

li Minbicê di navbera QSDê û ASAyê de şer derket
Nuçe Belav bike

ate radihandin ku Artêşa Tirkiyeyê jî bi topan barankirinê piştgirî didin ASAyê û DAIŞê jî êrişî hêzên HSDê ya li başûrê Minbicê kirine.

Hate diyarkirin ku hêzên ASAyê yên beşdarî operasyona Mertalê Firatê bûne bo gundên Gorhîko, Holaşh û Xalîde ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, bistînin dest bi êrişan kirine.

Li gorî agahiyan Artêşa Tirkiyeyê jî bi topbaranê piştgirî didin Artêşa Sûriyeya Azad (ASA).

Hate eşkerekirin ku li derdora bajaroka Erîmahê ku dikeve rojavayê Minbicê di navbera HSDê û ASAyê de şerên dijwar diqewimin. Artêşa Tirkiyeyê jî bo piştgiriya ASAyê çeperên HSDê topbaran dike.

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku rêxistin a terorîst DAIŞê jî ji başûrê Minbicê ve êrişî çeperên HSDê kiriye û di encamê de jî 5 DAIŞî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1560 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x