Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku doh li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û nahiyeya Sirînê de droneke Tirkiyeyê li otomobîlekê daye û di encamê de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku rojnamegerên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi armanca şopandina pêşhatên dawî li Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li wê derê 19ê mehê saet 15:20an otomobîla wan hatiye armanckirin.
Di encama êrişa dronan de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji 8ê mehê li Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê rewşa şer û pevçûnan dişopand.
Nazim Daştan ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê ye û Cîhan Bîlgîn jî ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.