Li Raco ya Efrînê xelk daketin kolanan

Li bajarokê Raco yê herêma Efrînê, bi dehan kes ji ber qutbûna avê, kêmbûna nan û xirabiya kalîteya nan û herwiha rewşa xirab a xizmetguzariyan xwepêşandan kirin.

26.08.2022, Cum - 12:40

Li Raco ya Efrînê xelk daketin kolanan
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 25ê Tebaxê li bajarokê Raco yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, bi dehan kes deretin kolanan û xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan daxwaza çakkirina rewşa, av, nan û xizmetguzariyan kirin û li dijî encûmena xwecihî û rayedarên herêmê dirûşm gotin.

Ev zêdeyî sê mehan dibe, xelkên herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin dagîrkariya Tikriyê û komên çekdar ên girêdayê wê de ne, xwepêşndanan li dijî xirabiya rew xizmetguzariyan, bi taybet qutbûna avê, kêmiya gazê û elktirîkê û buhabûna nirxan dikin.

Herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de û piştî êrîşeke mezin a artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê hatibû kirin, di bin dagîrkariya Tirkiyê de ye. Ji wê demê ve hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve li herêmê bicih bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:17:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x