Artêşa Amerîka 7 binkeyên wê yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de hene.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re ragihand, artêşa Amerîka 7 binke û firokxaneyên leşkerî yên li navçeyên rojhilata çemê Firat li navçeyên di bin kontrola HSD û YPGê de damezrandine û ya herî diyar jî binkeya jî firokxaneyeke mezin û pêşketî ya li Kobanê ye.
Herwaha di lîstê de 2 firokexane li Heseke û Qamişlo hene, yeke din li Dêrikê, firokxaneyek li Girê Spî û navendeke leşkerî li Minbicê hene, ku bi giştî 1300 leşkerên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî lê bicih dibin.
Ji bilî wan 7 binkeyan, binkeyeke din li Tinif ya li ser sînorê Sûriye – Iraq – Urdinê heye. Herwiha gotegotên damezrandina binkeyeke din li Şedadê ya Hesekê li nêzîkî parêzgeha Dêrezorê hene.
Ji aliyekî din ve, ew fermandarê YPGê ragihandiye, destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeyên Efrînê, bandoreke xirab li ser şerê kontrolkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê dike.
Sîpan Hemo gotiye: “Rûsya û rêjîma Sûriyê ku gelek behsa sînor û serweriyê dikin, lê rê didin Tirkiyê ku destêwerdanê û topbarankirina gundên Helebê bike, bê ku helwestekê diyar bikin. Ji wê diyar dibe ku hemahengiyek di bin masê re di navbera wan her sê welatan (Sûriye, Rûsya û Tirkiyê) de heye.”