Li Rojavayê daxwaza navçeyeke dijî firînê tê kirin

Hejmarek rêkxistin û partiyên siyasî daxwaza navçeyeke dijî firînê li Rojavayê Kurdistanê dikin.

19.07.2022, Sal - 05:28

Li Rojavayê daxwaza navçeyeke dijî firînê tê kirin
Nuçe Belav bike

Li hemberi Berdevamîya gefên Tirkiye bo pêkanîna operasyoneke serbazî ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriye, partiyên siyasî, rêxistin û yekîtiyên sivîl li navçeyê ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dikin navçeyeke dije firînê çêbike daku firokeyên Tirkiye nikaribin agirbesta 2019ê binpê bikin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senharîb Bersûm dibêje: Pêwîstiya vê yekê bi lihevkirineke navdewletî heye da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bê girtin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senharîb Bersûma got: “Em wek partiyên siyasî dibînin divê navçeya dije firînê li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê çêbibe, û navçeyên me ji destwerdan û gefên Tirkiyê bên parastin, ku dixwaze gelên navçeyê qir bike. Ev jî pêwîstiya wê bi lihevkirneke navdewletî heye, û em jî di daxwaza xwe de bo Neteweyên Yekbûyî û dewletên peywendîdar de berdewam in, û em bi hêvî ne bi hawara gelên me ve bên, û rêyeke bikêrhatî bo parastina navçeya bibînin.”

Li aliyekî din encûmenên leşkerî yên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bo rûbirûbûna operasyona Tirkiye ya pêşbînîkirî amadekariyên xwe dikin, ku niha dijî hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriye li gel hêzên hikûmetê di yek çepera şer de ne .

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef jî dibêje: “Eger dewleta dagîrker bi her karekî serbazî rabe, dê rûbirûyê hêzên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî bibe. Şerê me jî wê şerekî giştî û li hemû cihan be, em ê berevaniya rewa û berxwedana xwe bikin. Lewra me rê daye hêzên hikûmetê li gel çekên giran derbasî navçeyên me bibin, ev jî li gor rêkeftina agirbesta sala 2019ê dibe ku li gel Rûsyayê hatibû kirin.”

Di vê derbarê de, berpirsekî Partiya Sûriyeya Siberojê ragihand, vegera DAIŞê bo navçeyê yekser girêdayî ye bi operasyona Tirkiye dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, ku di encam de wê bi hezaran çekdarên DAIŞê yên girtî li kampan û zindanan birevin. Bi gotina vî berpirsî tenê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dikarin vê operasyona Tirkiye hilweşînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x