Li Rojavayê Kurdistanê 16 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê nexweşiya kolera belav bûye û bi gotina Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser heta niha 16 kesan li wan navçeyan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane.

22.09.2022, Per - 06:58

Li Rojavayê Kurdistanê 16 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) roja Çarşembê 21ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ji 5ê vê mehê ve û heta niha 2 hezar û 867 bergumanên nexweşiya Kolerayê li navçeyên wan hatine tomarkirin û diyar kir, piraniya wan li Dêrazorê, Reqa û Hesekê ne.

Ciwan Mistefa da xuyakirin, heta niha 16 kesan li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bi nexweşiya Kolerayê canê xwe ji dest dane û 78 kes jî pêketina wan bi nexweşiyê hatiye piştrastkirin.

Bi gotina Ciwan Mistefa, li Dêrazorê10 kesan bi Kolerayê canê xwe ji dest dane û 43 kes bi wê nexweşiyê ketine, li Reqayê 2 kes bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane û 16 kes bi wê nexweşiyê ketine, li Hesekê jî 2 kes mirine û 15 kes bi Kolerayê ketine, herwiha 2 kes li Şehbayê canê xwe ji dest dane û li Tebqayê jî 4

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser got jî, Ji ber ku Tirkiyê ava çemê Firatê li ser wan kêm kiriye, gelek golên avê li ser Firatê çêbûne, av kêm e û nexweşiya Kolerayê ji wir peyda bûye û niha belav bûye.

Ciwan Mistefa daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, givaşê li Tirkiyê bikin heta ku ava Firatê berde.

Li aliyeke din Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihandiye, 253 kes li wî welatî bi nexweşiya Kolerayê ketine û 23 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê diyar kiriye, 180 nexweşên Kolerayê li Helebê, 29 li Dêrezorê, 25 li Hesekê, 13 li Laziqiyê, 4 li Humsê û 2 jî li Şamê ne.

Bi gotin heman wezaretê, ji kesên ku bi Kolerayê canê xwe ji dest dane, 20 li Helebê, kesek li Hesekê û 2 kes li Dêrezorê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x