Li Rojavayê Kurdistanê cezayê îdamê hat rakirin

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro civiya û projeyasaya sizayan pesend kir.

05.05.2023, Cum - 10:05

Li Rojavayê Kurdistanê cezayê îdamê hat rakirin
Nuçe Belav bike

Yasaya nû ya sizayan ji 342 madeyan pêk tê û ji roja Çarşemê 4ê Gulanê ve ew yasa bi fermî li navçeyên Rêveberiya Xweser tê cîbicîkirin.

Di yasaya nû ya sizayan de, hukmê herî bilind ê tawanbaran cezayê zîndana heta hetayê ye, û cezayê bidarvekirinê di yasaya nû ya cezayê ya Rêveberiya Xweser de tune ye.

Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, Ferîd Etî jî ragihand, di yasaya nû de cezayê bidarvekirinê tune ye.

Ferîd Etî got: “Yasaya giştî ya sizayan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yasayeke temame. Hemû sûcên li dijî kesan, sûcên darayî û hemû sûcên din çareser dike. Ji sûcdar destpê dike û bi sizayên ku pê hatiye darizandin, bi dawî dibe. Herwiha di vê yasayê de sizayên giran hene, lê di yasaya sizadanê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sizaya bidarvekirinê tune ye. Tenê sizayên cinayî, binpêkirin û zêdegavî têde hene.”

Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, Ferîd Etî herwiha got: “Dema zîndanîkirinê jî di navbera 10 rojan û heta hetayê de ye. Herwiha hin sizayên cînayî hene ku dema wan ji 3 salan heta 5 salan e. Bê guman ew yasa dema ku derkeve dê were cîbicîkirin wate ji îro ve. Herwiha hemû yasayên li herêmê tên meşadin weke yasaya sizayan a bi hejmara 30 û yasayên din betal dibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:20:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x