Li Rojavayê Kurdistanê destpêka sala xwendinê hat diyarkirin

Desteya Perwede û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê destpêka sala nû ya xwendinê diyar kir. Biryar e 11ê Îlonê dewama îdarî dest pê bike û 18ê Îlonê jî dewama xwendekaran dest pê bike.

31.08.2022, Çar - 14:51

Li Rojavayê Kurdistanê destpêka sala xwendinê hat diyarkirin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Receb Elmişrif ragihand ku, di civîna xwe de, roja Sêşemê, Desteya Perwerdeyê hejmarek ji mijaran gotûbêj kir, ji wan: Astengî û zehmetiyên li pêş karê Desteya Perwerde û Fêrkirinê û dîtina çareyan ji wan astengiyan re.

Di encamê de jî hate ragihandin ku, sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 dê roja 11yê meha bê ya Îlonê dest bi dewama rêveberî bike û 18yê Îlonê jî dê xwendekar dest bi dewamê bikin.

Hevdem Desteya Perwrdeyê ragihane ku ew dê cilûbergên dibistanan li ser xwendekaran belav bike.

Receb Elmişrif got: “Roja 11yê Îlonê ji bo dewama rêveberî hate diyarkirin û roja 18yê Îlonê ji bo dewama xwendekaran hate diyarkirin, ji bo sala nû ya xwendinê. Herwiha hejmarek ji mijarên girêdayî perwerdeyê, derbarê pêdawîstiyan û zehmetiyên ku hevdem ligel destpêkirina sala xwendinê, dibe astengiyê ji kar re dirust bikin, hatin gotûbêjkirin."

Ev nêzî 11 sal e fêrkirin bi rêbazên hikûmeta Sûriyê li navçeyên Rêveberiya Xweser hatiye rawestandin û li şûnê Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser proseya xwe ya xwendinê sepandiye, Hikumeta Sûriyê bi wê yekê razî nabe.

Li Rojavayê Kurdistanê û na vçeyên Rêveberiya Xweser, xwendekar bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên perwerdekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x