Li Rojavayê Kurdistanê ji hêzên Hevpeymanan û HSDê pêngava hevbeş

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola HSDê de ji nû ve dest bi gerên hevpar ên leşkerî kirin.

02.12.2022, Cum - 14:28

Li Rojavayê Kurdistanê ji hêzên Hevpeymanan û HSDê pêngava hevbeş
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de bombebaran û topbaran kirin.

Ji ber wan êrîşên Tirkiyê, HSDê biryar da ku gerên xwe yên hevbeş ên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestîne û bala xwe bide ser deverên sînorî yên di bin kontrola wê de û deverên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê de, wek Girê Spî.

Lê hêzên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro dîsa ji baregeha xwe ya li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê dest bi gera xwe ya leşkerî kirin û otomobîlên HSDê jî bi wan re bûn.

Her wiha hat destnîşankirin ku gera hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê li parêzgeha Dêre Zorê jî birêve çûye.

Armanca gerên hevbeş parastina aramiyê li herêmê û rûbirûbûna metirsiya şaneyên razayî yên DAIŞê ye.

Berpirsekî pilebilind ê HSDê diyar kir ku gerên hevbeş ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û şervanan piştî ku bombebarana li ser deverên di bin kontrola HSDê de kêm bû dîsa dest pê kirin.

Berî destpêkirina bombebaran û topbarana Tirkiyê, heftane nêzîkî 20 gerên hevbeş di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de dihatin kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin kontrola HSDê û li herêma Tenefê de, nêzîkî 900 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê hene.

Pentagonê çendîn caran ragihandiye ku armanca wan a sereke ya mayîna li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şerê bi DAIŞê re ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:43:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x