Li Serê Kaniyê ciwanek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê teqe li hejmarek kesan kirine ku hewl dane sînor derbas bikin û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birînda bûne.

23.06.2023, Cum - 09:19

Li Serê Kaniyê ciwanek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xwesaer, roja Pêncşemê 22ê Hezîranê li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, ku niha di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûrî ya girêdayî Tirkiyê de ye, cendirmeyên Tirkiyê gule berdane hejmareke sivîlên Sûrî.

Hatiye ragihandin ku wan kesan dixwestin derbasî aliyê din ê sînor bibin, lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê nedane û teqe kirine. Di encama guleberana hêzên Tirkiyê de, ciwanê bi navê Ebdulkerîm Xoce canê xwe ji dest daye û sê kesên din jî birînda bûne.

Nasnameya kesên birîndar hêj nehatiye zanîn.

Li gor agahiyan, piştre xelkê navçeyê bi hawara wan kesan ve çûne, ciwanê kuştî û her sê birîndar veguhestine nexweşxaneya bajarê Serê Kaniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:18:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x