Li Serê Kaniyê di navbera grûpa Siltan Mûrad û polîsan de şer derket

Li bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê navbera grûpa Siltan Mûrad û polîsên serbazî de şer derket û di encamê 2 zarok û polîsek hatin kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.

06.07.2023, Per - 06:36

Li Serê Kaniyê di navbera grûpa Siltan Mûrad û polîsan de şer derket
Nuçe Belav bike

Li gorî medya nêzîkî opozisyona Sûriyê li ser rêbendeke Serê Kaniyê di navbera çekdarekî grûpa Siltan Mûrad û polîsên ku li ser rêbendê şer derketiye.

Di encama şerê di navber grûpa Siltan Mûrad û polîsên serbazî de zarokên bi navên Ebdilrehman Ehmed ê 11 salî û Hesen Elî yê 14 salî û polîsê bi navê Îsmaîl Cidaan hatine kuştin. Herwiha 4 kesên din jî birîndar bûne ku yek ji wan jin e.

Li gorî zanyariyan polîsên serbazî û leşkerên Tirkiyê cihê şer dorpêç kir û rê nedane ku ew şer berfirehtir bibe.

Heta niha Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Tirkiyê ti daxuyanî li ser wî şerî belav nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x