Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 2150 kesî

Ji ber kêmbûna karînên bijîşkî û tîmên hawarhatinê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên din ên Sûriyê zêde dibe.

08.02.2023, Çar - 07:01

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 2150 kesî
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 2150 kesî, ji wan 1062 kes li deverên rêjîmê ne û 1088 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha zêdetir ji 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Li Efrîn, gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku dora 50 avahî û xanî hilweşiyane û heta niha dora 100 kesî canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî di bin kavilan de asê mane.

Her wiha Rewangehê got, hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber kêmbûna karînên tîmên bijîşkî, kêmbûna pêdiviyên hawarçûnê û dermanan e. Rewangehê bang li aliyên navdewletî kir jî, bilez destwerdanê ji bo rizgarkirina birîndaran û rûbirûbûna karesata mirovî bikin.

Her di vê derbarê de jî, Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê yên li herêma Efrînê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û welatan kir.

Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê di bangewaziya xwe de got: “Bi navê qurbaniyên ku hîn di bin kavilan de ne û birîndaran, bi navê hezaran jin û zarokên ku li erdê radizên û asman banê wan e û bi navê dayikên dilşewitî, em bang li we dikin ku giyanê her kesî rizgar bikin û hemû tiştên pêwîst ji bo ziyandîtiyên vê karesata ku bi serê niştecihên herêma Efrînê û bi taybetî bajarokê Cindirêsê de hatiye, pêşkêş bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x