Li taxa Kurdan a Helebê zarokekî ji ber sermayê canê xwe ji dest da

Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku mezintirîn taxa Kurdan a Helebê ye, ji ber sermayê zarokekî canê xwe ji dest da.

03.01.2023, Sal - 10:51

Li taxa Kurdan a Helebê zarokekî ji ber sermayê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li taxa Şêx Meqsûd di encama krîza sotemeniyê de zarokê bi navê Wîsam Sîdo xelkê gundê Qeretebe yê Efrînê ji sermayê canê xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyan û rapora pizîşkî, sedema yekser a canjidestdana zarokê Efrînî Wîsam Sîdo ji ber bilindbûna pileya germaya laş bûye û ji ber sermayê û nebûna sotemeniyê, di dawî de dilê zarok rawestiyaye û canê xwe ji dest daye.

Zêdeyî 4 mehan e, Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê taxên Kurdnişîn ên Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku 200 hezar Kurd lê dijîn, dorpêç kirine. Hêzên hikûmeta Sûriyê rê nadin keresteyên xwarinê, derman û sotemenî derbasî herdû taxên Kurdan ên Helebê bibin, tenê bi qaçaxî û bi nirxên zêde ew kelûpel tên derbaskirin, lewra niha herdû tax di krîzeke dijwar re derbas dibin.

Ji aliyê xwe ve, berî zêdeyî mehekê Asayîşa Rêveberiya Xweser, hişyarî dabû Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê ku eger dorpêçê li ser herdû taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê raneke, ew dê herdû çargoşeyên ewlekariyê yên hikûmetê li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê dorpêç bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x