Li Til Hemîsê teqîn

Li bajarokê Til Hemîsê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna bombekî de 3 welatiyan canê xwe jidest dan û 4 zarok jî birîndar bûn.

23.01.2017, Pts - 11:59

Li Til Hemîsê teqîn
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, şeva borî li gundê Sadiya Mezin li nêzîkî navçeya Til Hemîsê ya Hesekê, bombek bi otombîlekê de teqiya, di encamê de 3 kesên sivîl ji yek malbatê canê xwe jidest dan.

Hat gotin ku di wê bûyerê de 4 zarok jî birîndar bûne, birîna zarokekî giran e û metirsî li ser jiyana wî heye.

Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê ku, malbata bi navê Ebdê Seqet yên ji gundê Sadiya Mezin bi otomobîla xwe ber bi bajarê Qamişlo ve diçûn lê di rê de bomb bi wan teqiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x