Li Til Temir û Zirganê ji ber êrîşên Tirkiyê xwendekar ji xwendinê bê par mane

Ji ber êrîşên berdewam ên hêzên Tirkiyê bo ser herdû navçeyên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 3 hezar û 600 xwendekar ji xwendinê bê par bûne.

13.09.2022, Sal - 09:50

Li Til Temir û Zirganê ji ber êrîşên Tirkiyê xwendekar ji xwendinê bê par mane
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, amadekariyên sala nû ya xwendinê biserî kirine û kêmtir ji heftiyekê maye ji bo xwendekar herin dibistanan.

Li gor amarên Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser hejmara dibistanên Til Temirê bi giştî 126 e, ji wan 85 dibistan niha tên bikaranîn, 26 dibistan di bin dagirkeriya çekdarên opozisyona Sûriyê yê girêdayî Tirkiyê de û hejmareke dibistan jî hatine wêrankirin. Li Zirganê hejmara giştî ya dibistanan 81 e, ji wan 40 dibistan tenê bikaranîn û 35 dibistan di bin kontrola çekdarên opozîsyona Sûriyê de ne.

Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser herwiha dide zanîn ku li Til Temîrê 15 dibistan û Zirganê jî 6 koçberên Serê Kaniyê tê de bi cih bûne.

Li gor Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser Li Til Temir û Zirganê ji ber êrîşên Tirkiyê 3 hezar û 600 xwendekar ji xwendinê bê par bûne.

Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser herwiha diyar kir ku di çarçoveya amadekariyan de, hejmarek mal wek dibistan ji xwendekarên Zirgan û Til Temirê re hatine veqetandin da ku xwendekar ji xwendina xwe bê par nemînin.

Cotmeha 2019ê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî wê, herdû navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin, di encam de zêdeyî 300 kesan canê xwe ji dest dan û 180 hezar sivîl jî derbider bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:33:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x