Mazlûm Ebdî: Ti pêwendiya me bi êrişên PKKyê re nîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got ku PKK li Sûriyeyê nîne û ti pêwendiya wan bi êrişên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê re nîne.

29.12.2023, Cum - 13:01

Mazlûm Ebdî: Ti pêwendiya me bi êrişên PKKyê re nîne
Nuçe Belav bike

Herwiha Mazlûm Ebdî ragihand ku Tirkiye bi berdewamî êrişî Rojavayê Kurdistanê dike lê Amerîka ji bo rawestandina wan êrişan guvaşên pêwîst nake.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke bi kanala Hadathêya Erebî re de tekez kir ku Tirkiye dixwaze aramiya herêmê têk bibe û got:

“Armanca sereke ya Tirkiyeyê ji êrişên xwe astengkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Armanca dewleta Tirk ew e ku derfetên pêşketina aboriyê bike hedef û gel koçber bike.”

“Pêwendiya me bi êrişên PKKyê re nîne”

Fermandarê HSDyê Ebdî herwiha tekez kir ku PKK li Sûriyeyê nîne û ti pêwendiya wan jî bi êrişên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê re nîne.

Mezlûm Ebdî derbarê pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi Hikûmeta Sûriyeyê re got:

"Divê Hikûmeta Sûriyeyê zanibe alternatîva çareseriya siyasî Girêbesta Civakî ye.

Peymana Civakî ne ji bo cudabûna ji Sûriyeyê ye, tenê ji bo birêvebirina herêmên me hatiye danîn."

Li aliyê din, Ebdî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Tirkiyeyê 4 sal in bê navber êrişî herêmê dikin û wiha pê de çû:

“Tirkiye bi berdewamî pirsgirêkên xwe yên navxweyî vediguhêze derve."

“Me ji Amerîkayê xwest ku êrişên Tirkiyeyê rawestîne”

Ebdî herwiha da zanîn ku li ser êrişên Tirkiyeyê bi Amerîkayê re pêwendiya wan heye û wiha axivî:

“Me bi Amerîkayê re pêwendî danî û me ji wan xwest zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne.

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan hîn zêdetir cesaretê dide Tirkiyeyê.

Me ji Amerîkayê re ragihand ku ew êriş bandoreke çawa li şerê li dijî DAIŞê dikin.”

Ji 23 heta 27ê Kanûna Pêşîna 2023yan, balafirên Tirkiyeyê, nexweşxane, çapxane, navendên pîşesaziyê, kargehên zeytûnan, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ew der ji kar ketin.

Herwiha di wan êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da 18 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x