Medyaya Tirkiyeyê: Berpirsê Kobaniyê canê xwe ji dest da

Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Mutlu Kacar li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

27.11.2023, Pts - 12:27

Medyaya Tirkiyeyê: Berpirsê Kobaniyê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Medyaya Tirkiyeyê îdia kir ku Mutlu Kacar (Karker Andok) Rojavayê Kurdistanê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman îdiayê, Karker Andok berpirsê YPGyê yê Kobaniyê ye.

Herwiha hat gotin ku Karker Andok sala 1997an tevlî PKKyê bûye û li Heftanînê bi artêşa Tirkiyeyê re şer kiriye.

Medyaya Tirkiyeyê got ku Karker Andok di vî şerê li Heftanînê de ji çavê xwe û destê xwe birîndar bûye.

Heman çavkaniyan îdia kir ku Andok li Kampa Şehîd Cûdî ya Mexmûrê û li Til Rifetê jî erkên cuda pêk anîne.

Medyaya Tirkiyeyê, di nûçeya xwe de negot ku Karker Andok kengî û li kîjan bajarê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser vê angaştê ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x