Mezlûm Ebdî li ser ‘vekişîna Amerîkayê’ û ‘garantiyan’ peyamên girîng dan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji ber êrişên ku demên dawiyê zêde bûne ji Amerîkayê sîstema parastinê ya asmanî xwest.

09.02.2024, Cum - 06:13

Mezlûm Ebdî li ser ‘vekişîna Amerîkayê’ û ‘garantiyan’ peyamên girîng dan
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku wan garantî ji berpirsên pilebilind ên Amerîkayê wergirtiye ku dê erkên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.

HSDyê 5ê vê mehê ragihand, “Di êrişa li Rojhilatê Dêrezorê de şeş şervanên me şehîd ketin.”

HSDyê destnîşan kiribû ku ev êrişâ bi dronan ji herêmên di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de hatiye kirin.

Li nûçeya DWyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ev êrişa grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê wekî “bûyereke xeternak” bi nav kir.

Mezlûm Ebdî herwiha anî zimên ku li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya wan bi sîstema parastinê ya asmanî heye.

“Amerîkayê garantî da me”

Mezlûm Ebdî li ser helwesta Amerîkayê jî wiha axivî:

“Amerîkayê em piştrast kirin ku dê ji bo astengkirina êrişên bi rengî hewl bide.

Rayedarên Koşka Spî û Pentagonê garantî da me ku dê li Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Helbet dibe ku paşerojê vekişin em nikarin li hêviyê bin ku dê Amerîka heta hetayê li vir bimîne.”

“Êrişên Tirkiye û DAIŞ dê zêde bibin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk hişyarî da, “Heke Amerîka vekişe dê êrişên Tirkiye, DAIŞ û grûpên nêzîkî Îranê gelekî zêde bibin.”

Mezlûm Ebdî amaje pê kir ku Amerîkayê HSDyê wekî “mutefîka herî girîng a bejahiyê” dibîne.

“Ger Amerîka vekişe…”

Mezlûm Ebdî li ser egera vekişîna Amerîkayê jî got:

“Ger Amerîka ji ber şert û mercan vekişe em dê jî berê xwe bidin planên li gorî berjewendiyên gelê xwe û hevkêşeyên li herêmê.”

Niha ji çaran yekê Sûriye û di Rojavayê Kurdistanê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye û ev herêm bi navê Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê binavkirin.

Derdora 900 leşkerên Amerîkayê li vê herêmê hene û bi HSDyê re dixebitin.

Tirkiye gelek caran êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û ji ber pêwendiyên HSD û Amerîkayê aciz e lê Amerîka bi berdewamî radigihîne ku HSD hevpeymaneke wan a girîng e.

Tirkiye demên dawiyê di êrişên xwe de saziyên sivîl û yên cihên xizmetguzariyê dike hedef û zerereke zêde digihîne depoyên avê, stasyonên karebayê û bîrên petrolê.

Li gorî gelek şîrovekarên siyasî, Tirkiye bi van kirinên xwe hewl dide xelkê Rojavayê Kurdistanê ji warê wan koçber bike û ji bo êrişên xwe yên piştre rê xweş bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x