Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duh li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kiriye û tê de hatiye ku, bi Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê Geir O. Pedersen re civiyaye û behsa piroseya siyasî li deverê kiriye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di peyama xwe de pêşwaziya bizavên Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê ji bo biserxistin û piştevanîkirina piroseya siyasî li Sûriyeyê dike.
Mezlûm Ebdî tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, pirsa Rojavayê Kurdistanê û yekkirina hêzan di nav Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê de pêdivîtî bi pilaneke hûr û bibandor heye, ku ji bo zêdetir hevfêmkirinê û hevgirtina Sûriyeyê rêxweşker be û nûnerîtiya hebûna gelek pêkhateyan bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje jî da ku, pêdivîtî bi hikûmetekê heye ku nûnerîtiya hemî aliyan bike û dadperwerî û wekheviyê ji hemiyan re misoger bike.