Mezlûm Ebdî, Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pîroz kir û hêvî xwest ku ew di vê qonaxa hestiyar de karibe serkirdayetiya Sûriyeyê bike.

18.02.2025, Sal - 07:43

Mezlûm Ebdî, Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser pêşhatên dawî yên Sûriyeyê ji North Pressê re axivî.

Mezlûm Ebdî ragihand, "Hêzên me piştgiriya her hewlekê dikin ku ji bo bicihkirina aramî û yekîtiya niştimanî be."

Fermandarê HSDyê li ser çarenivîsa dan û standinên di navbera her du aliyan de jî wiha got:

"Hewlên em ji bo amadekirina zemineyeke guncav ji bo dan û standinan li gel hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê da zanîn ku diyaloga cidî rêya herî baş e ji bo gihiştina çareseriyekê ku berjewendiya bilind a niştimanî bicih bîne.

3 daxwazên Şamê çi ne?

Mezlûm Ebdî daxwazên Şamê yên ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku Şamê daxwaz kiriye ku şervanên ne Sûriyeyî ji refên wan derkevin.

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî Şamê ji wan xwestiye ku ew dosyeya ewlehiya girtiyên DAIŞê radestî hikûmetê bikin û her wiha rê bidin ku dezgehên hikûmeta navendî vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê HSDyê da zanîn ku ew amade ne hevkariyê bi Şamê re bikin ji ber ku ew bawer dikin parastina herêmê û rûbirûbûna terorê berpirsyariyeke niştimanî ye û pêwîstî bi hevahengiyeke bilind a di navbera hemû aliyan de heye.

Roja şemiya borî Ehmed Şer çû Efrînê û li gel kesayetî û xelkê Efrînê re civiya.

Divê were gotin ku şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li civînê hazir bû.

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesenê ji Rûdawê re diyar kir ku Ehmed Şer soz daye ku ew dê nehêlin li Efrînê binpêkirin bên kirin û ew dê ji bo tomarkirina giliyan ofîsekê vekin û hêzên ewlehiya navxwe bişînin Efrînê.

Mezlûm Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed Şer vexwend Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê HSDyê da zanîn ku wan bi Şamê re li ser çend xalan lihev kiriye û li ser çend pirsên din jî hîn gotûbêjên wan berdewam dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:45:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x