Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi helkefta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:
"Em Newroza 2025an li gelê Kurd ê li Rojava, Sûriye û cîhanê pîroz dikin.
Dîsa ji dil pîrozbahiyên xwe bi şervanên HSD û Asayîșê, kedkarên Xweseriyê û malbatên șehîdan re parve dikin.
Ev Newroz dê bibe sembola yekîtiya hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha wê tevahî pêkhatiyên Sûriyeyê ji Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Aşûr û Ermen deskeftiyên xwe biparêzin û di Sûriyeya nû de cihê xwe misoger bikin. Newroza we pîroz be."