Mezlûm Ebdî li ser şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji salvegera Şoreşa Sûriyeyê got, "Di 14emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê de, em qurbaniyên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet û edaletê bi bîr tînin."

17.03.2025, Pts - 10:52

Mezlûm Ebdî li ser şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Serhildana ku 2011an li bajarê Derayê yê Sûriyeyê dest pê kir bû sedema şerê navxweyî li tevahiya Sûriyeyê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser salvegera serhildanê li ser hesabê xwe yê Xê bi Erebî peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

"Di 14emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê de, em qurbaniyên Sûriyeyiyan ên ji bo azadî, rûmet û edaletê bi bîr tînin.

Gihîştina aramî û aştiyê girêdayî çareseriyên siyasî yên berfireh e ku rêzê li daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo dewleteke demokratîk û pirçandî digire."

 

Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:41:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x