Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê vegerandina gora Silêman Şah daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî, biryardariya xwe ya ji bo vegerandina gora Silêman Şah a ji bo cihê wê yê kevin, dubare kir û got ku ew amade ne rêya heta cihê gorê vekirî bihêlin û alîkariyên ji bo hêsankirinê pêşkêş bikin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê di peyama xwe de wiha got:
“Li gorî lihevkirinên navneteweyî, em biryardariya xwe ya vegerandina gora Sultan Silêman Şah a li cihê wê yê kevin dubare dikin.
Em amade ne rêya heta wî cihî vekirî bihêlin û tevahî alîkariyan ji bo hêsankirina derbasbûnê ya di pira Qereqozaqê re ber bi cihê gorê ve pêşkêş bikin