Mihemed Îsmaîl: Her behsa diyaloga Kurdî-Kurdî tê kirin, PYD kiryarên xwe li dijî ENKSê gur dike

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, “Her dema behsa diyaloga Kurdî-Kurdî tê kirin, PYD kiryarên xwe li hember ENKS û partiyên wê gur dike, ji ber ku ew ji diyalogê ditirse û yekrêziya Kurdî naxwaze.”

13.06.2024, Per - 10:19

Mihemed Îsmaîl: Her behsa diyaloga Kurdî-Kurdî tê kirin, PYD kiryarên xwe li dijî ENKSê gur dike
Nuçe Belav bike

Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser pirsa revandina endam û çalakvanên ENKSê ji ajansa K24ê re got: “Hilmeta girtina endamên ENKS û PDK-Sê berdewam e, ji ber ku PYDê bi qasî ku metirsiya wê ji ENKS û PDK-Sê heye, ji ti aliyekî din tune ye, ji ber ku baweriya miletê me bi ENKSê heye û eger ew derfetê bide ENKSê, dê ew ê nemîne. Ji ber vê jî PYD hilmet li ser hilmetê û hemû gef û binbêkirinan li hember ENKSê û alîgirên pêk tîne, endamên wê direvîne û ofîsên wê dişewitîne.”

Mihemed Îsmaîl got jî: “Ev kesên ku têne revandin, xebat û welatparêz in û ji malbatên ku bi helwestên xwe ya welatparêz û niştimanperwer naskirî ne, ji ber wê jî ew niha rastî girtin û gefxwarinê tên û ew çekdarên ku bi ser malên wan de digirin jî, piraniya wan endamên partiya Beis bûn û niha derfet ketiya wan ku tola li xebatkarên welatparêz hilînin.”

Da zanîn jî: “Bi van êrîşên li ser ENKSê, ji civaka Kurdî û raya girtî re tê tekezkirin ku ENKS xwediya projeya netewî ya Kurdî ye û nûnera rasteqîn a doza gelê Kurd a li ser asta navdewletî û hemû astên ku bi pêşeroja Sûriyeyê re pêwendîdar e.”

Tekezî li ser wê yekê jî kir, “Xebata me berdewam e û ev kiryarên tirsonek dê me ji rêya xebat û têkoşîne dernexîne. Eger me serê xwe li hember rêjîma xwe top, tank û firoke re danenî, em ti carî serê xwe li hember dûvelankên wê natewînin. Em bi baweriya xelk û miletê me û piştevaniya wan dê xebat û têkoşîna her berdewam be.”

Sekreterê PDK-Sê amaje bi revandina rojnamevan Bêrîvan Îsmaîl ji aliyê çekdarên PYDê ve kir û got: “Girtina Bêrîvan Îsmaîl rûmetek e ji wê û malbata wê ya xebatkar û welatparêz e û lekeyeke reş e li eniya kesên ku ew girtine ye. PYD her dem behsa jinê û mafê wê dike, lê ew tenê jinê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

Da zanîn jî, wan Hevpeymaniya Navdewletî, aliyên pêwendîdar yên Ewropî, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya Kurdî bi van kiryaran û tengaviya li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di warên ewlehî, aborî û hemû waran de, agahdar kirine û got jî: “Em ê dest bi çalakiyan bikin, ji bo redkirina van kiryarên xirap”

Mihemed Îsmaîl amaje bi wê jî kir, her dema aliyê Amerîkî behsa diyaloga Kurdî-Kurdî dike, PYD kiryarên xwe li dijî ENKSê gur dike, endamên wê digire û ofîsên wê dişewitîne, ji ber ku ew ji diyalogê ditirse û naxwazin yekrêziya Kurdî çêbibe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:14:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x