Muslim: Tirkiye li El-Babê ketiye teqanê

Hevserokê PYDya ya ku li bakurê Sûriyeyê gelekî xurt e, Salih Muslim derbarê pêşketinên li Sûriyeyê, pevçûnên li El-Babê û û têkoşîna li dijî DAIŞê de daxuyaniyên giring dan Spûtnîkê.

09.01.2017, Pts - 11:36

Muslim: Tirkiye li El-Babê ketiye teqanê
Nuçe Belav bike

Hevserokê PYDya ya ku li bakurê Sûriyeyê gelekî xurt e, Salih Muslim derbarê pêşketinên li Sûriyeyê, pevçûnên li El-Babê û û têkoşîna li dijî DAIŞê de daxuyaniyên giring dan Spûtnîkê.

Muslim teqez kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ketiye nav teqaneke mezin û wiha dewam kir: "Ne diyar e bê Tirkiye dê çawa ji nava vê teqanê derkeve. Gelekî zehmet e ku Tirkiye li El-Babê bi ser keve. Zehmet e, Tirkiye El-Babê bistîne. Hîn tiştekî teqez tine."

Hevserokê PYDê derbarê gotinên Tirkiyeyê yên "em ê êrîşî Minbicê bikin" de wiha got: Tirkiye dibêje, em ê êrîşî Minbicê bikin. Xewnan dibîne. Eger êrîşî Minbicê bike, hêzên gelê Minbicê dê xwe biparêzin. Ne tenê Tirkiye, kî êrîşî Minbicê bike, gelê wê derê dê xwe biparêze."

Herwih derbarê bertekên Tirkiyeyê li dijî Amerîkayê ji ber ku çekan dide YPGê de jî, Muslim wiha axivî: "YPG li dijî DAIŞê şer dike, loma Tirkiye naxwaze DYA çekan bide YPGê. Ji ber li ser erdê, hêza herî bibandor li dijî DAIŞê şer dike, hêzên YPG ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. HSD derbeyên giran li DAIŞê dixe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gel hêzên hevpeymanê bi awayekî hevpar li dijî DAIŞê tevdigere. Tirkiye naxwaze hevpeyman têkiliyan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re deyne. Naxwaze, ew çekan bide wan."

Muslim diyar kir ku têkiliyên wan bi DYAyê re baş in û wiha dewam kir: "Têkiliyên me bi DYAyê re baş in. Li gorî agahiyên me ji birêveberên HSDê wergirtine, Amerîka alîkariya leşkerî dide hêzên wan. Têkiliyên navbera DYAyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, têkiliyên baş in."

Herwiha Muslim diyar kir ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re jî baş in û wiha pê de çû: "Li gelek deveran, têkiliyên me bi Rûsyayê re baş in. Hûn jî dizanin li Rûsyayê jî, nivîsgeha Nûneriya Xweseriya Demokratîk heye. Hinek alî dibêjin ku PYDê nivîsgeha xwe ya li Moskowê girtiye, ev îdia ne rast in. Nivîsgeh li wê vekirî ye û xebatên xwe berdewam dike."

Derbarê operasyona Reqqayê de jî, Hevserokê PYDê diyar kir ku operasyon gelekî serkeftî ye û wiha pê de çû: "Operasyona Reqqayê di qanaxa xwe ya duyem de ye, Pêşketin hene. Gelek dever ji DAIŞê hatine paqijkirin."

Ji aliyê din ve, Muslim diyar kir ku biryara guhertina navê Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji aliyê kongreyê ve hatiye dayîn û wiha got: "Guhertina navê federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê, biryara kesên beşdarî kongreya Federasyona Bakurê Sûriyeyê bû. Rojava jî di nava federasyona bakurê Sûriyeyê de ye. Dibe ku ji ber her cûreyên mirovan li bakurê Sûriyeyê dijî, navê Rojava hatibe derxistin".

Muslim li ser îdiaya ku birêveberiya Sûriyeyê ji PYDê xwestiye ky dest ji federalîzmê berde ta ku wan vexwînin Astanayê jî axivî û diyar kir ku ev îdia ne rast in. Ti kesî ji me nexwestiye ku em dest ji ti tiştî berdin. projeya federalîzmê bi awayekî serkeftî bi rê ve diçe. Em mafên xwe dixwazin.

Hevserokê HDPê bal kişand ser wê yekê ku ambargoya PDKê li ser herêma Rojavayê heye û diyar kir ku ew dixwazin kêşeyên xwe bi PDKê re çareser bikin lê ji ber PDK bi Tirkiyeyê re hereket dike, nêzîkî vê daxwaza me nabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x