Mustafa Ozçelîk: Em biryara lidarxistina konferansa hevbeş ya partîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Em biryara lidarxistina konferansa hevbeş ya partîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!

09.04.2025, Çar - 16:51

Mustafa Ozçelîk: Em biryara lidarxistina konferansa hevbeş ya partîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!
Nuçe Belav bike

Li gorî agahdarîyên Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêzdar Mihemed İsmaîl ji “Welat TV” re ragihandîye; partiyên siyasî yên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, li ser lidarxistina konferanseke berfireh ya ji bo ragihandina nêrîneke siyasî ya hevbeş li hev kirine. Herweha ev konferans dê şandeyek hevbeş hilbijêre da ku bi van nêrîn û daxwazan li gel desthilata Şamê danûstendinan bike.

Rêzdar Mihemed Îsmaîl diyar kirîye ku dê di demeke nêzîk de bi piştevanîya rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mezlûm Ebdî û aliyên Amerîkî û Fransî ev konferans bê lidarxistin.

Rêzdar Mihemed Îsmaîl da zanîn ku partîyên endamên ENKSyê, endamên  PYNKyê û hinek partîyên ku  ji derveyî van herdu hevkarîyan dê beşdarî vê konferansê bibin û dê hejmara wan ji 50yî zêdetir bin.

Em vê pêngavê û biryara konferansê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku konferans dê di demeke herî nêz de li dar bikeve û dê konferans bernameyeke hevbeş ya ku daxwazên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd û statuyeke sîyasî dihewîne dîyar bike.

Em hêvîdarin ku dê di konferansê de li ser vê bernameya lihevkirî şandeke hevbeş bê hilbijartin û ev şandeya hevbeş dê wek nûnerê miletê Kurd li gel Şamê  bibe mixatab.

Em ji bo van hewldan, xebat û rolên wan ên êrênî spasîya rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mazlûm Ebdî, dewletên Emerîka û Fransayê dikin. Herweha em spasî û pîrozbahîya hemû piştgirên konferansê û hemû partîyên ku dê beşdarî vê konferansê bibin dikin.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Vî nûçeyê tevayî: 545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:35:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x