Nasnameya zarokên di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn

Rêveberiya Xweser nasnameya 4 zarokên keç ku di encama êrişa Tirkiyê de li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

20.08.2022, Cts - 14:27

Nasnameya zarokên di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyê di 18ê Tebaxa 2022an de li gundê Şimokê ya Hesekê bi dronan êrişî navnedeke perwerdehiyê ya zarokên keç ku girêdayî Netewên Yekbûyî ye kiribûn û di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn, 11 zarokên keç jî birîndar bûbûn.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê navê zarokên keç ên ku li navneda perwerdehiya dema ku volleybol dileyztîn di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navên 4 zarokên keç ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn, Diyane Elo.

Hevpeymaniya Navdewletî êrişê şermezar kir

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa 18ê Mijdarê ya li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li Hesekê şermezar kir dibêje “Êvara 18ê Tebaxê, sîstemeke bê firokevan a çekdar li komek zarokên keç ên voleybolê dilîztin, ku di bernameyeke ragihandina perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li Hesekê çalak bûn, ket. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikin.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser

Li aliyê din Rêveberiya Xweser jî di derbarê heman mijarê de daxiyaniyek belav û tê de got “Di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne mînaka wê jî duh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keçîn birîndar bûn. Ev êrişa hovane hemû pîvan û qanûnan bin pê dike û sûcên şer e, di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x