Navendên hikûmeta Sûriyê li Hesekê îro careke din genim werdigrin

Îro li parêzgeha Hesekê, careke din genim li navendên wergirtinê yên hikûmetê tê wergirtin.

29.06.2023, Per - 07:19

Navendên hikûmeta Sûriyê li Hesekê îro careke din genim werdigrin
Nuçe Belav bike

Şaxê Saziya Sûrî ya Dexlûdanan li Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, proseya wergirtina genim ji cotkaran, di rojên Cejna Qurbanê de ji bilî roja yekem, dê berdewam be.

Li gorî zanyariyên Şaxê Saziya Sûrî ya Dexlûdanan a li Hesekê, ji duyemîn roja Cejna Qurbanê ve ew dê careke din berhema genim ji cotkaran werbigirin.

Her li gorî wan zanyariyan, heta niha navendên wergirtina genim ên hikûmeta Sûriyê, li Hesekê zêdetir ji 5 hezar ton genim wergirtine û pereyên cotkaran jî dane.

Ji ber Cejna Qurbanê, duh Çarşemê di yekemîn roja cejnê de, wergirtina genim ji aliyên navend û sayloyên ser bi hikûmeta navendî ya Sûriyê ve li parêzgeha Hesekê hatibû rawestandin.

Hikûmeta Sûriyê ji bo îsal 1 kg genim bi 2,300 lîreyên Sûrî û 1 kg ceh jî bi 2,000 lîreyên Sûrî dikire.

Li navçeyên cuda yên Sûrî, cotkar ji wî nerxî ne razî ne, dibêjin, mesrefa wan ji wî nerxî gelek zêdetir e.

Di sal 2022yan de jî, hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna 1 kg genim bi 2,000 lîreyên Sûrî diyar kiribû.

Lê Rêveberiya Xweser nirxê kirîna 1 kg genim bi 43 sentan destnîşan kiriye, ew jî dike 3 hezar û 956 lîreyên Sûrî.

Rêveberiya Xweser herwiha ji bo 1 kg ceh jî 35 sent destnîşan kiriye, ku dike 3 hezar û 220 lîreyên Sûrî, tevî ku ragihandiye ew îsal ceh ji cotkaran nakirin û diyarkirina nirx tenê ji bo kontrola bazarê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x