Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojava bang li Tirkiyê û HSDê kir

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen bang li Tirkiye û HSDê kir ku di zûtirîn dem de rageşiyê kêm bikin. Pedersen di derbarê operasyonên leşkerî yên li Sûriyê de jî fikarên xwe anî ziman.

30.11.2022, Çar - 15:05

Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojava bang li Tirkiyê û HSDê kir
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen got ku divê Tirkiye, komên çekdar ên dijber ên Sûrî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di zûtirîn dem de aloziyê nehêlin.

Pedersen di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û diyar kir ku di mehên dawî de nakokiyên di navbera Tirkiye û komên çekdarên Sûrî yên ku piştgiriya wan dike û HSDê de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê gav bi gav zêde bûne û got, “Tundî derbasî nav axa Tirkiyê jî bûye.”

Pedersen diyar kir ku banga Neteweyên Yekbûyî ya ji bo ragirtin û kêmkirina rageşiyê herêmên din ên Sûriyê jî li xwe digire û hişyarî da, dînamîkên ku rageşiyê zêde dikin “dilgiranker û xeternak” in.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyê amaje bi helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku dibêje, lidarxistina operasyoneke mezin a leşkerî ji aliyê faktorekî ve bi awayekî rêzikî bandor li warên din jî dike û got, “Ez hest dikim ku em li ser xaçerêyekne. Fikra operasyoneke leşkerî ya mezin piştî sê salên aram, min aciz dike. Fikarên min li ser wê yekê hene ku ev yek dê ji bo sivîlên Sûriyê û ewlekariya herêmê berfireh were çi wateyê. Bi heman awayî ez ji îhtîmala zêdebûna aloziyan nîgeran im ji ber ku niha ti hewldanek cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêyên siyasî tune ye.”

Pedersen herwiha hişyarî da ku bê istiqrariyeke nû li herêmê dê di berjewendiya rêxistinên terorê de be û got, “Divê Sûriye zêdetir li ser pêvajoya siyasî bisekine, ne li ser çalakiyên leşkerî.”

Li gorî nûçeya DW, nûnerê Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li hemû aktorên Sûriyê kir ku “xweragir bin, ji bo aramiyê têbikoşin, li seranserê welêt ji bo agirbestê gavan bavêjin û di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de têkoşîna li dijî terorê bimeşînin.”

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de bidin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne.

Rêveberiya xweser herwiha dibêje di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Sûrî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:59:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x