Nûnerê Amerîka bo PYNKê: Em piştgiriya êrîşên Tirkiyê nakin

Nûnerê Amerîka bi nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiya

08.09.2022, Per - 14:21

Nûnerê Amerîka bo PYNKê: Em piştgiriya êrîşên Tirkiyê nakin
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nûnerê Amerîka Nicholas Granger duhî 7 Îlonê li Navenda Giştî ya PYDê li Qamişlo bi nûnerên PYNK’ê re civiya û di civînê deher du aliyan behsa rewşa herêmê, pêşeroja wê û piştgiriya navdewletî kirin.

Her wiha di civînê de behsa zêdebûna êrişên Tirkiyê, bi taybet êrîşên bi dronan hate kirin ku endamên HSDê û sivîlan dikin armanc.

Li gorî hatiye belavkirin, Nûnerê Amerîka ji nûnerên PYNKê re tekez kiriye ku ew bi aramiya herêmê re ne û piştgiriya êrîşên Tirkiyê nakin, ji ber ku têkçûna ewlehiya herêmê dê bandoreke neyînî li ser ewlehiya navçeyê bi giştî bike.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) ji 25 partiyên di nava Rêveberiya Xweser de hatiye damezirandin û di Mijdara 2019an de bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dest bi diyaloga Kurdî – Kurdî kiribû, lê ew diyalog ji berî hilbijartinên serokatiya Amerîka ya di sala 2020an de rawestiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x