Nûnerê Amerîkayê ya Rojava: Êrîşa Tirkiyê nayê qebûl kirin

Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) li Qamişlo bi nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) re civiya û ragihand, ew li dijî her êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyê ne.

09.09.2022, Cum - 13:07

Nûnerê Amerîkayê ya Rojava: Êrîşa Tirkiyê nayê qebûl kirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, Nicholas Granger pêr 7 Îlonê serdana navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Qamişlo kiriye û bi nûnerên PYNKê re hevdîtin kiriye.

Hatiye ragihandin ku Hevseroka PYDê Asya Abdullah û endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl pêşwazî li Nicholas Granger kirine.

Di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, gefên Tirkiyê bo ser herêmê, paşeroja navçeyê û piştgiriya navdewletî ya ji bo herêmê û gelek mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Medyaya fermî ya PYDê ragihandiye, di hevdîtinê de herwiha behsa êrişên Tirkiyê û bi taybet êrîşên dronî yên wî welatî bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser hat kirin û berpirsên PYDê giliya wê yekê kirine ku di êrîşên dronî yên Tirkiyê de fermandarên HSDê, hêzên Antî-Teror, siyasetvan û xelkên sivîl ên navçeyê tên armanckirin.

Li gorî medyaya fermî ya PYDê, Nûnerê Amerîkayê di civînê de ji nûnerên PYNKê re gotiye, helwesta wan li ser gefên Tirkiyê zelal e û ew bi aramiya navçeyê re ne û tekez kiriye, ew naxwazin Tirkiye êrîşî navçeyê bike û her êrîşeke Tirkiyê dê bandoreke nerînî li ser hemû navçeyê hebe.

Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nicholas Granger pêştir di 31ê Tebaxê de li bajarê Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser û herwiha bi şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re jî hevdîtin pêk anîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x