Nûnerê Amerîkayê yê bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) Nikolas Granger polîtîkaya Amerîkayê ya li navçeyê aşkere kir û ragihand, polîtîkaya Amerîkayê li Sûriyê li ser 4 bingehan e. Granger herwiha dibêje, Serokê Sûriyê Beşar Esed erdhejê bo merema xwe ya taybet bikar tîne.
Piştî erdheja 6ê Sibatê, hejmarek welatên cîhanê, bi taybet jî welatên Erebî deriyên xwe li ser hikûmeta Sûriyê vekirin û hem alîkariyên mirovî bo mexdûrên erdhejê yên li wî welatî şandin, hem jî piştî 12 salan dest bi peywendiyên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed re kirin.
Di vê çarçoveyê de jî, Wezîrê Derve yê Misirê piştî 12 salan alozî û şerê navxwe serdana Şamê kir.
Her çiqas Misrê heta radeyekê asta peywendiyan li gel Sûriyê rawestandibû, Komkara Erebî ku baregeha sereke ya wê li Qahîre ye, ji sala 2011ê ve beşdarbûna Sûriyê di nava wê rêxistina navdewletî de cemidandiye.
Piştî erdheja 6ê Sibatê, yeko yeko ew welatên Erebî ku pişta xwe dabûn Sûriyê, destê alîkariyê bo Beşar Esed dirêj dikin.
Nikolas Granger, Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) roja Pêncşemê 2ê Adara 2023an di Foruma Hewlêrê de amaje bi siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê kir û ragihand: “Bingeha siyaseta Amerîkayê li Sûriyê balê li ser çar karên pêşînî dikişîne, armanca wan baştirkirina rewşê ye bo gelê Sûriyê û bo pêşveçûna çareseriyeke siyasî ye. Xala yekem tekezkirina li têkşikandina DAIŞê ye. Duyem rêxweşkirina bo alîkariyên mirovî ye. Sêyem nehiştina tundûtîjiyê ye li seranserê welat bo destgirtina agirbestê. Çarem karê me yê pêşînî jî lêpirsîna li ser wan tawanên ku ji aliyê rejîma Esed û hêzên wî ve hatine kirin.”
Di 15ê Adara îsal de 12 sal di ser krîza Sûriyê re derbas dibin.
Piştî 12 salan cugrafya serbazî ya Sûriyê guherî ye û niha bi vî awayî ye:
Hikûmeta Sûriyê bi serkirdatiya Beşar Esed ji sedî 63.38 axa welat di dest de ye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi serkirdatiya Kurdan çaryekê axa Sûriyê di dest wan de ye, û hêzên opozisyonê ku Tirkiye piştîvaniya wan dike û Heyet Tehrîr el-Şam jî ji sedî 10.98ê axa vî welatî di dest wan de ye.
Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê, Elbrus Kutrashev jî behsa polîtîkaya Moskowê derbarê Sûriyê de kir û got: “Sûriyê ji du aliyan ve cihê pêşînî ye bo me. Yekem em piştîvaniya Sûriyê dikin wek welatekî, ev jî ne di warê serbazî de belku di warê aborî jî de be. Bo me ev kar dijwar e, lê her divê em bikin, ji ber Sûriyê hevpeymana me ye. Duyem em danûstandinê li gel pirisgirêka Sûriyê dikin di warê pêşveçûna proseya siyasî ya vî welatî de û dîtina çareseriyê bo wan pirisgirêkan ku ji ber şerê navxwe li Sûriyê çêbûne. Ev jî bi awayekî sereke bi rêya lûtkeya Astane tê kirin, ku em hevahengiyê li gel Tirk û Îraniyan dikin. Ev jî rêyeke bi bandor e bo rawestandina şer û pevçûna li Sûriyê.”
Di dawiya Kanûna 2022an de, wezîrên berevaniyê yên Sûriyê û Tirkiye Elî Mehmûd Ebbas û Hulusî Akar bi navbênkariya Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu li Moskowê civiyan, û çareseriya siyasî bo Sûriyê gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, niha ew kar bo civîna navbera wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyê dike. Ev jî dibe bilindtirîn civîn di navbera wan de piştî şerê navxwe yê Sûriyê.