Nûnerê Amerîkî: Em li dijî operasyona Tirkiyê ne

Nicholas Granger ragihand, "me glopa kesk ji bo êrîşkirina Tirkiyê bo ser Sûriyê vênexistiye û em li dijî operasyona serbazî ya Tirkiyê ne".

06.12.2022, Sal - 18:37

Nûnerê Amerîkî: Em li dijî operasyona Tirkiyê ne
Nuçe Belav bike

Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger ji Kurdistan24ê re ragihand, "me glopa kesk ji bo êrîşkirina Tirkiyê bo ser Sûriyê vênexistiye û em li dijî operasyona serbazî ya Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê ne".

Nicholas Granger, Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, ragihand: “Em li dijî operasyona serbazî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ne.”

Li ser pêwendiya navbera hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, Nicholas Granger diyar kir, ew hêsankariyê ji bo Diyaloga Kurdî-Kurdî dikin.

Nicholas Granger eşkere kir: “Me glopa kesk ji bo êrîşkirina Tirkiyê bo ser Sûriyê vênexistiye.”

Herwiha diyar kir, êrîşên Tirkiyê bandorê li ser çalakiyên li dijî DAIŞê dike.

Li ser hewldanên Amerîkayê ji bo destpêkirina diyaloga navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, Nicholas Granger ragihand: “Amerîka rola alîkariyê dilîze di navbera aliyan de û diyarkirina wan gavên pratîk ku divê biavêjin, ji bo diyarkirina çavkaniyên aloziyê, bi taybetî dilniyabûna ji wê yekê ku xelk bikarin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistana Iraqê de hatûçûnê bikin.”

Granger dibêje: “Ev gelek girîng e ku fezayeke vekirî ji bo beşdariya siyasî ya temam a hemû karakterên siyasî hebe, ev beşeke sereke ya civaka demokrasiyê ye ku Amerîka piştgiriya wê dike.”

Derbarê siberoja Sûriyê de Nicholas Granger ragihand, ew siberoja bakurê rojhilatê Sûriyê wek beşek ji siberoja hemû Sûriyê dibînin, siyaseta Amerîkayê li ser vê mijarê zelal e û divê li ser siberoja Sûriyê xelkê wê biryara xwe bidin, çi li bakurê rojhilat be, an bakurê rojava, an jî her beşeke din a Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x