Pentagon: Helwesta me derbarê gefên Tirkiyê de zelal e

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (PENTAGON) derbarê gefên Tirkiyê de ku pêdagir e li ser êrîşeke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê got, helwesta wan zelal e û li ser çavdêrîkirina rewşê berdewam in.

21.12.2022, Çar - 06:29

Pentagon: Helwesta me derbarê gefên Tirkiyê de zelal e
Nuçe Belav bike

Roja Sêşembê 20ê Kanûna 2022ê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê General Pat Ryder di konferansa çapemeniyê ya heftane ya Pentagonê de, derbarê gefên Tirkiyê de axifî û got helwesta wan zelal e û Amerîka û HSDê dest bi gerên hevbeş kirine.

General Pat Ryder got: “Helwesta me zelal bûye derbarê her operasyoneke nû ya serbazî de ji aliyê Tirkiyeya hevpeyman ve bo ser bakurê Sûriyê. Em li ser çavdêrîkirina rewşê berdewam in û her wek dizanin Amerîka û HSDê dest bi gerên hevbeş kirine. Hêzên me li wê navçeyê li ser erkê xwe berdewam in ku rûbirûbûna DAIŞê ye, herwiha operasyona doh şev a hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bo girtina çend berpirsên DAIŞê. Em li ser wê mijarê jî berdewam di hevahengiyê de dibin ligel Tirkiyeya hevpeyman û di hemû astekî de di hevahengiyê de ne û bêguman dema mijar dibe silametî û ewlehiya hêzên me, em hêvîdar in negihe rewşekê ku ew pirs bikeve metirsiyê.”

20ê Mijdara 2022ê, Tirkiyê êrîşeke esmanî ya berfireh bir ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û di encam de 59 kes hatin kuştin ku 16 ji wan xelkê sivîl bûn û 19 şervanên HSDê û 24 jî leşkerên artêşa Sûriyê bûn. Piştî êrîşê jî, Serokkomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çendîn car gefa êrîşeke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê xwariye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x